Tirşik - Profîl
tirşik-profîla nan û av

profîla "nan û av"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [qendîla mewlûdê] de;

7. qendîla ku li cizîrê pîrozkirina wê heftîkî an deh rojan DewaM dikire ye.. Dema ez piçûk bûm tê bîra min ku me lalîk/firax tejî gofret, biskewît û rehet (loqum) dikir û me ji cîranan re dibir. Carna jî hin malna bang me dikir û digotin werin mewlîda me bixwênin. EM diçûm me mewlîd dixwend û pişt re jî xwarin didan me.. xwarin jî ne xwarineka ji rêzê bû. hin mala carna pez digûrand/ser jêdikir e. Carna ez diçûm e gundê ku mamê min li wir mela bû. Gundiya digote mamê min were mewlîda me bixwêne.. Vêca ez jî bi maMê xwe Re diçûm. Ji ber ku ez bi wî re bûm serê sifrê ji me re bû.. Weka dî dema min feqetî dikir heftiya ku mewlîd bû hema bêje em hemî feqe her roj li malekî bûn.. Yanî di heftiya mewlîdê de em ji goşt têr dibûn..



13.01.2014 00:45 | nan û av