Tirşik - Profîl
tirşik-profîla nan û av

profîla "nan û av"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [enpara.com] de;

3. Sîstema ku ez bi kartînim e. Ji bo hawale û eftyê tu mesrefan nastînim. Weke din ferqa di navbera kirîn û firotina dovîzan (dolar , euro, sterlîn) de hindik e. Di havîna sala 2018an de dema dolar û euro firîbûn wê demê çend caran bi kirîn û firotina dolaran bi xêra enparayê 4 rojan de min nêzîkî 1800 TL kâr kiribû.
Heftiya buhurî qerta min wenda bûbû. Min bi awayek online ji wan re peyam şand. Roja dî cêhde li min vegeriyan û qerta nû ji min re derxistin. Îro jî qerta min gihişt destê min.
Ji ber ku girêdayî fînansbankê ye mewdûatên (pereyên) mirov heya 100.000 tlyî di bin garantîya dewletê de ne. Ji xwe ewqas pereyê min di hesabê de nîne. Ji ber wê dilê min rehet e.



26.11.2019 22:51 ~22:53 | nan û av