Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [epîtel] de;

1. yek ji çar raçînkên bingehîn yên laşê heywan û mirovan e;

- (bnr: raçînka konnektîv)

- (bnr: raçînka masûlkeyan)

- (bnr: raçînka rehikan)

- (bnr: raçînka epîtelê)



raçînak epîtelê, hemû dîwarên valahiyên di nava organan de û rûyên wan organan dipêçe. em dikarin bibêjin ku siwaxa organ û valahiyan e. gelek fonksiyonên epîtelê hene, weke mînak sekresyon (berdana tiştên avî yên ku organê afirandine), derbaskirina bijarker (destûr dan an jî nedana derbasbûna tiştinan), parastin, transporta navbera hucreyan (danûstanina tiştan ya di navbera hucreyan) û taybetiya bûna sensora ku hişyariyên ku ji derve tên, distîne û radigihîne.



raçînka epîtelê de demar tune ne, enerjî û tiştên din yên pêwist bi riya dîfûzyonê, ji derve distînin.



22.03.2014 12:21 | simurg56