Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [stenbol] de;

42. belkî di dinyayê de ew bajar be ku herî zêde kurd dihewîne. (nêzikî 2.5 milyon)



li gel vê yekê jî mixabin belkî navenda herî mezin ya bişavtina kurdan e. xwezî her kurdê ku derfeta wî heye ji wir vegeriya kurdistanê.



20.12.2015 13:55 | simurg56

28. bajarê ku herkes dibêje qey bajarê wan e.

çepgir, oldar (him yên cemaata gulen him yên akpyî û him jî yên din), kurd, kemalîst, hunermend, dewlemend û hwd. li gorî hemûyan jî stenbol di eslê xwe de ya wan e, paytaxta wan e.



stenbol ya kê ye nizanim lê teqez dizanim ku stenbol ne ya kurdan e, ne bajarek ji bo kurdan e jî.



03.05.2015 20:54 | simurg56

1. bajarê herî mezin yê tirkiyeyê ku demeke dirêj lê jiyam.

berevajî her du metropolên din yên herî mezin yên tirkiyeyê [izmir, ankara] li stenbolê kurd li her aliyê jiyanê de bi hêsanî tên dîtin û bîhna kurdan li derê bajêr heye. jixwe tan jî, ji ber vê yekê tê gotin ku bajarê herî mezin yên kurdan stenbol e.



27.06.2013 23:52 | simurg56