1. beşeke tipê ye ku jê re pisporî pêwist e. yek ji beşên cerrahiya major (mezin) e. di gorî şert û mercên tirkiyê de, bi giştî weke beşa herî zehmet ya tipê tê zanîn. (ji aliyê kar û barê wê ve)
beşeke zehmet lê xweş e. her cûre emeliyat dikevin sînorên vê beşê de; çi biçûk, çi mezin.
em organên ku "aîdê" cerrahiya giştî ne bêjmêrin, w hêsantir be ka bi çi karî ve mijûl e: çiçik/memik, tîroîd, paratîroîd, bezên ser gurçîkan, fatreşk, kezeba reş, roviyên stûr û zirav û apandîks, kîsika ziravê, şewat, nexweşiyên demaran, ûr, pankreas, fetqên zik û berran û nexweşiyên perîanal (yên wek hemoroîd û hwd.)
nodûl, apse, travma û adenom, xwînîbûna van organan jixwe karê vî beşî ye, ne hewce ye mirov jixwe bêje jî.
berî ravekirina nexweşiyan, hinek têgehên bingehîn;
bnr: nodûl, apse, travma, adenom
ez ê li gorî organan, nexweşiyên têkildarî cerrahiya giştî lîste bikim.
(ku wext û quwet hebe ez ê yek bi yek hemûyan rave jî bikin îşelleh.)
-nexweşiyên gurçîkê;
*nexweşî û emeliyatên gûrçîkê ne karê cerrahîya giştî bin jî, neqla gurçikê karê wê ye.
-----cerrahiya sîstema endokrîn----
-nexweşiyên tîroîdê;
şopandina nexweşiyên tîroîdê karê endokrînolojîyê ye. di vê şopandinê de ger mûdaxaleyek cerrahî lazim bibe, wê demê cerrahiya giştî dikeve dewrê. weke mînak; emeliyata derxistina tîroîdê (tîroîdektomî), ji ber sedemên weke nodûl, kanser, guatr û hwd.)
-nexweşiyên surrenal (beza li ser gurçîkan)
dîsa ger di vê organê de nexweşiyek ku jê re emeliyat lazim e, derkeve, wê demê karê cerrahiya giştî ye. weke mînak; emeliyata derxistina surrenalê (surrenalektomî), ji ber sedemên weke kanserên wê an jî nexweşiyên hormonal weke feokromasîtoma
-nexweşiyên paratîroîdê
ger ji vê organê re jî emeliyatek lazim be, karê vî beşî ye. weke mînak; emeliyata derxistina paratîroîdê (paratîroîdektomî) ji ber sedemên weke adenom, kanser û hwd.
-nexweşiyên çiçikan/memikan
nexweşiyên vê organê ji aliyê cerrahiya giştî ve tê şopandin û ger jê re emeliyat lazim be dîsa ji aliyê vî beşî ve tê kirin.
*(bnr: mastît), (bnr: granûlomatoz mastît)
*(bnr: kansera çiçikan) û fîbroadenom, tûmora fîlloîdes
*(bnr: fîbroadenom)
*(bnr: kîstên çiçikan)
*(bnr: apseya çiçikan)
*(bnr: jînekomastî)
ger nexweşiyek cîdî hebe û standina beşek an jî temamê çiçikan lazim be, emeliyata (bnr: mastektomî) tê kirin.
-----cerrahiya sîstema hepatopankreatîkobîlîer----
-nexweşiyên pankreasê
*(bnr: neqla pankreasê)
*(bnr: tûmorên perîampuller) (emeliyata whipple)
*nexweşiyên hormonal: însûlînoma, gastrînoma, somatostatînoma, glukagonoma
*(bnr: pankreatît) û komplîkasyonên wê: pankreatîk psodokîst, nekrotîzan pankreatît
-nexweşiyên kîsika zirav
*(bnr: akut kolesîstît)
*(bnr: kronîk kolesîstît)
*(bnr: akalkuloz kolesîstît)
*(bnr: kansera kîsika zirav)
*(bnr: polîpên kîsika zirav)
*(bnr: kîsika porselen)
-nexweşiyên riyên zeravê;
*(bnr: koledokolîtîazîs) (tê de hebûna keviran)
*(bnr: kolanjît)
*(bnr: kolanjîokarsînom) (kanserên wê)
*(bnr: kîstên koledokê)
-nexweşiyên kezeba reş
*(bnr: neqla kezeba reş)
*(bnr: kansera kezeba reş)
*(bnr: hemanjîyom)a
*(bnr: kîst hîdatîk) (ku li dinyayê hindik, li kurdistanê zehf e)
-----cerrahiya sîstema gastroîntestînal, kolorektal û perîanal----
-nexweşiyên ûr
* ji ber sedemên cûr be cûr, standina beşek an jî temamê ûr. (gastrektomî)
*(bnr: ulser)
*(bnr: gastrît)
*(bnr: kansera ûr)
*(bnr: qulbûna ûr) (gastrîk perforasyon)
*(bnr: emeliyata biçûkkirina ûr)
*(bnr: lenfomaya ûr)
*(bnr: gastroîntestînal stromal tûmor)
*(bnr: leomîyoma)
*(bnr: bezoar)
*(bnr: volvulus)
*(bnr: hîatal hernî) (fetqa ûr)
- nexweşiyên roviyên zirav û stûr
*(emeliyatên ji ber perforasyona/qulbûna wan)
*(bnr: kansera roviyên zirav)
*(bnr: dîvertîkûla meckel)
*(bnr: îskemîya mezenterîk)
*(bnr: sendroma kurtmayîna roviyan)
*(bnr: kolostomî)
*(bnr: îleostomî)
*(bnr: stoma)
*(bnr: polîpên roviyên stûr)
*(bnr: kansera roviyên stûr)
*(bnr: enterokutan fîstûl)
*(bnr: îleus)
*(bnr: învajînasyon)
*(bnr: ûlseeratîf kolît)
*(bnr: crohn)
*(bnr: dîvertîkûl), dîvertîlûlît
*(bnr: rektal prolapsus)
*(bnr: rektovajînal fîstûl)
*(bnr: volvulus)
*(bnr: megakolon)
- nexweşiyên apendîksê
*(bnr: apandîsît)
*(bnr: karsînoîd tûmor)
- nexweşiyên dora anûsê(zotik)
*(bnr: anal fîssur)
*(bnr: hemoroîd)
*(bnr: perîanal fîstûl)
*(bnr: perîanal apse)
*(bnr: perîanal kondîlom)
*(bnr: pîlonîdal sînus)
*(bnr: nekrotîzan fasîît)
---emeliyatên din---
-nexweşiyên fatreşkê
ji ber gelek sedeman, standina fatraşkê(splenektomî) pêwist dibe; kanserên wê, brîndarbûna wê, apseya wê, ji ber hinek sedeman mezinbûna wê (îtp, kala-azar, hîpersplenîzm û hwd.)
- fetqên (hernî) dîwarê zik;
*(bnr: înguînal hernî)
*(bnr: femoral hernî)
*(bnr: însîzyonek hernî)
*(bnr: spigelîan hernî) û hwd.
- li hinek navendan, ameliyatên demaran (varîs) jî ji aliyê cerrahiya giştî ve tê çêkirin. lê bi giştî ji aliyê cerrahiya dil û demaran ve tê kirin.
|