Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [pirsên pir tên kirin] de;

89. pirs: di tirşikê de, dema mirov mijarekî vedike, sîstema tirşikê karakterên kurdî yên wekê ş û ç û ê û î û wek karakterên cuda û bi serê xwe qebûl nake.. wek nimûne; eger di databesa tirşikê de mijara şîr, hatibe vekirin, tu nikarî mijara sîrê vekî.. an eger mijara şergele vebûyî be, tu nikarî mijara şêrgeleyê vekî.. yanî tu vekî jî sîstem ji çengê te re digire û te dibe cem mijara sergeleyê, ez dibêm qey berê jî min ev pirs pirsîbû, lê min kir û nekir bi ser ve nebûm û min dît ku pirsgirêk hîn dewam dike, min go ez cardî bipirsim..?? (endazer)



bersiv: ez jî vê problemê zanim. em ê rojanekirina bê de çareser bikin.



09.02.2014 22:03 | simurg56

86. erê xebatek ji bo mobîl versiyonê heye. ji aliyê koderek ve tê amadekirin. eslê xwe de şablona wê jî derketiye holê. lê ji ber ku ne em bixwe çêdikin lê didin çêkirin, em nikarin bibêjin ku wê vê rojê xelas bibe.



31.01.2014 22:33 | simurg56

84. lînkên ku tê de karakterên kurdî (karakterên derveyî latinî) hebin, nayên beralîkirin. ji ber ku eslê xwe de lînkên bi vî awayî xelet in. yanî dema werin jibergirtin, xelet tên jibergirtin.

ji bo ku ev pirsgirên çênebe, mirov dikare servîsên ku lînkan kurt dikin, bi kar bîne.

weke mînak: http://goo.gl



01.01.2014 20:03 | simurg56

82. ev pirgirêk herdem çênabe, erê carian weke te hatiye gotin rûpela duh tê nîşandan. wê demê bi tikandina navê tirşikê ya li jor û aliyê çepê, û paşê ji nû ve tiakndina li rûpela duyemîn, pirsgirêkê çareser dike. lê tabî divê em çareseriyek mayînde çêkin.



30.12.2013 19:19 | simurg56

79. pirs: dîsa logoya egesözlük)ê raserî tirşikê çavê xwe ji me re dineqîne.. ma ez bipirsim?

bersiv: pirsgirêk êdî hat çareserkirin



14.10.2013 18:14 | simurg56

78. pirs: ev mîrata lÎnkên jiderve bilxisus jî yên youtubeê wê kengî dest bi kar bikin gelo?



bersiv: tê texmînkirin û di nava 2-3 heftiyan de were çareserkirin.



07.09.2013 00:00 | simurg56

72. pirs: nizam çima lê îro çiqas pê li mijarekê bikim jî mijara heyî nû dibe û mijara ez dixwazim nayê.



bersiv: dema mirov li mijarekê bitike mijara heyî eslê xwe de nû nabe, tenê ji bo barkirina mijara nû amadekariyek çêdibe û ger li bendê werin mayîn, nava 1-2 saniyeyan de mijara nû bar dibe.



31.08.2013 13:45 | simurg56

70. pirs: bişkoka "kul û derd" qey naşixule?



bersiv: em hêvî dikin roja 26.08.2013ê bi berbanga sibehê re dest bi şixulê bike. lê erê niha naxebite.



22.08.2013 23:54 | simurg56

67. li benda mayîna dawiya vê mehê belkî vAN PİRSGİRÊKAN ÇARESER BİKE.*



21.08.2013 18:55 | simurg56

65. pirs: bin rûpelê de peyamên ku dawin hatiye rey dan, ne diyare ku rey reşşik e an jî çeppik e.dê çawa bêzanîn?



bersiv: ez jî nizanim.*



18.08.2013 22:52 | simurg56

63. bişkojka raydanê weke " : ) " û ":( " bû. niha bû "reşşik" û "çeppik"



17.08.2013 22:59 | simurg56

61. pirs: Gelo çima rey dan mina reşşik an jî çepik nayê xûyakirin?



bersiv: weke daxwaza te hat sererastkirin.



17.08.2013 22:53 | simurg56

59. pirs: dema ez li ser facebookê an twitterê peyamekî an mijarekî ya tirşikê parve dikim di bin parvekê de logoya egesözlükê dixweye.. gelo çima logoyek ji bo tirşikê nayê çêkirin?



bersiv: mixabin min aniha nekarî logoyê bi ya tirşikê re biguherînim. lê min ya ege sozlukê jî rakir. êdî logo mogo nema.



17.08.2013 22:32 | simurg56

54. pirs: gelo minanî ekşi, uludag an jî itu sozlukê, di tirşikê de jî şopandina nivîskaran heye? yanî meriv bixwaze dikare bibe şopînerê nivîskarekî ferhenga tirşike?



bersiv: mixabin aniha ne pêkan e. lê pêşerojê de çima nebe?



27.07.2013 23:23 | simurg56

52. pirs: çewtîya sernivîs çewa dikarin bên sererastkirin?



bersiv: nivîskar dikarin peyamên xwe biguherînin lê mixabin nikarin sernivîsan/mijaran biguherînin. ji ber ku bin van sernivîs û mijaran de peyamên kesên din jî hene. lê ku ji rêvebiran re çewtî were ragihandin, dikare were guhertin.



18.07.2013 22:46 | simurg56

49. weke me peyama xwe ye berê de jî gotibû pirs him tên kirin him jî tên kirin.

"li gorî ferhenga me (ku ji ferhenga mezin ya enstîtûya kurdî hatiye standin) her du jî rast in: www.turkcekurtcesozluk.com"

lê dîsa jî li ser daxwaza giştî navê mijarê weke "pirsên pir tên kirin" hat guhertin.



18.07.2013 20:57 | simurg56

47. li gorî ferhenga me (ku ji ferhenga mezin ya enstîtûya kurdî hatiye standin) her du jî rast in: http://www.turkcekurtcesozluk.com/index.php/term/T%C3%BCrk%C3%A7e+K%C3%BCrt%C3%A7e+S%C3%B6zl%C3%BCk+%28Ferhenga+Tirk%C3%AE-Kurd%C3%AE%29,soru+sormak.xhtml



15.07.2013 01:45 | simurg56

45. pirs: ez çawa ser gotin bikarim vekim gelo



bersiv: sernavê ku dixwazî di qutiya lêgerînê de binivîse, ger berî te kesekî vê mijarê venekiribe wê bişkojkek derkeve û bibêje tu veke.



14.07.2013 23:56 | simurg56

40. pirsgirêk: hê jî pirsgirêka mijarên pir-rûpel nehatiye çareser kirin.. hê jî dema ez dikevim vê mijarê şûna peyam û rûpela paşîn ya mijarê vebe rûpel û peyama pêşîn vedibe.



bersiv: heval li aliyê çepê yê malperê de, lîsteya mijaran de, mijar wisa xuya dikin;



·tevgera mijarên bi tirkî bila bên qedexekirin (4)

·xwendekar (2)



dema tu mousa xwe bînî ser mijarê, li dawiya navê mijarê 3 nûqte (...) peyda dibe. dibe wisa:



·tevgera mijarên bi tirkî bila bên qedexekirin (4) ...

·xwendekar (2)...



ku tu li van sê nûqteyan bitikî, tu wê herî peyama herî dawîn. (lê bi rastî ya herî dawîn, ne hemû peyamên îro)



10.07.2013 19:07 | simurg56

38. keyboarda kurdî ji vir dikare were peydakirin: (bnr: klavyeya kurdî)



10.07.2013 03:17 | simurg56

36. pirs: dixwazim mijarên ku nav wan de nivîsên min henin, bo şêweyeke otomatîk bişopînim.



bersiv: ji bo ku mijareke bişopînî, têketinê bike li tirşikê, paşê here mijara ku ku dixwazî, li wir, bin navê mijarê de bişkojka "li favoriyan zêde bike" heye. ger tu li vir bitikinî wê ev mijar bikeve nav mijarên ku dişopînî.

kengê bixwazî van mijaran kontrol bikî, li menûya herî jor de pê li bişkojka "favorî" bike. wê mijarên te derkevin. li wir dîroka peyama dawîn fîlan jî dinivîse.

bi vî awayî dikarî mijara xwe ya qedr û qîmet bişopînî.



10.07.2013 10:39 | simurg56

33. pirsgirêk çareser bûye. ce min tu problem tune.

pê li ctrl+r bikin du-sê caran.



08.07.2013 22:01 | simurg56

30. pirsgirêka tîpên girdek hat çareserkirin.

êdî hûn girdek jî binivîsin, hûrdek jî binivîsin sîstema tirşikê wan weke hûrdek nîşan dide.

her wiha lînkên youtubeê jî dixebitin. erê.



08.07.2013 21:21 | simurg56

29. pirsên ku hinek jê, pirsên bêbersiv in.



06.07.2013 22:03 | simurg56

27. ez nikarim tiştekî wisa çêbikim lê pêkan e, îşalleh em ê vê jî çareser bikin.

kervan yolda düzülür

gelo versiyona kurdî ya gotinên pêşiyên tirkan



06.07.2013 16:20 | simurg56

25. ji ber ku dema me tîpên girdek qedexe kirin lînkên youtubê nexebitin. lewra lînkên youtube'ê de tîpên girdek hene, carina.

loma me tîpên girdek aniha destûr da.



06.07.2013 16:04 | simurg56

20. tikandina mijarekê de vebûna peyamên pêşîn, pirsgirêkek ku ji bo çareserkirinê ji berê ve hatiye notkirin û îro hatiye ragihandin ku were çareserkirin.



01.07.2013 14:50 | simurg56

18. pirsên ku van rojan zêde nayên kirin, in. mu meraq dike bê ka gelo malper bêçewtî dixebite ji ber wê ye an...



17.06.2013 21:58 | simurg56

17. Me pêşkêşkera tirşikê guherî. Ez bawer im ji niha pê ve, pirgirêkên derbarê têketinê û nekarîna şandina peyamê, wê neqewime.

Dîsa jî ku hûn rastî çewtiyek/problemek werin, me agadar bikin.



16.06.2013 16:04 | simurg56

16. tikandina li navê mijarê bi zanistî weke yek bi yek hate eyarkirin.

ger li vir hejmara peyaman zêde bibe tu yê bişkojkeka "hemûyan nîşande" bibînî û dema te lê tikand wê hemû peyamên mijarê derkevin pêşberî te.

ez bawer im problem tune.

weke bibe mîna vê rûpelê: https://tirsik.net/615.en



15.06.2013 19:35 | simurg56

13. ger tu li şûna enter bikî li bişkojka bigere bikî wê demê tenê elçi jiî binivîsî wê encam derkeve



14.06.2013 16:54 | simurg56

11. pirsgirêk çareser bû.

êdî linkên vîdyoyên youtube jî rast dixebitin.

(bnr: çal kekê çal)

(bnr: kadınlar güldür ma çiçektir)



11.06.2013 15:42 | simurg56

10. himm, xuya dike ku sîstem navnîşana piştî navê malperekê de tîpên gırdek werdigerîne hûrdekan. ji ber vê yekê jî lînk êsî naxebitin.

ev yek ji bo piraniya malperan nabe asteng, ji ber ku piraniya malperan di lînkên xwe de tenê tîpên hûrdek bi kar tînin. lê belê youtube yên gırdek jî bi kar tîne, pirsgirêk ji ber vê yekê ye, ji bo çareserkirinê hate notkirin.



09.06.2013 15:31 | simurg56

8. lînk hemû bêproblem dixebitin. divê mirov lînkan bi http:// bişîne.



09.06.2013 15:14 | simurg56

6. ji ber serverê ye. ger çareser nekin em ê yeke nû bi kirê bikin



08.06.2013 09:34 | simurg56

1. li vir wê pirsên pir tên pirsîn werin bersivandin.



05.06.2013 14:07 | simurg56