17. mixabin ber bi başbûnê ve naçe. ê wan piranî mûzîka bo keyfê bû. alkol û tiryak, serxweşî û sergêjî bû mijara wan. lê xweş bû. paşê serhado derket û navê xwe li dîroka rapa kurdî, bi tîpên zêrîn neqişand. karê wî him profesyonel bû him jî serkeftî bû û him jî li ser welatparêzîyê bû. ji bo rocka kurdî kerem gerdenzerî çi be, ji bo rapa kurdî jî serhado ew e. piştî serhado, rezan heye. (bnr: rêzan jamal). mûzîka wî hinekî cûda be jî, li gorî yên mayî, bêtir nêzikî serhado ye. vîdyoyê veke vîdyoyê veke yek ji rapbêjên serkeftî jî bêguman şerîf omerî ye. klîbên wî ji hev ecêbtir in. kurdîya wî gelek xweş e û pir afirîner e. lê belê wek li jor jî hatiye gotin, piştî çû ewropayê dibêm qey rihê xwe firot şeytên. li her derî rexneya wî dikim. di binê vîdyoyên wî de, li civatan û li her derî. heyf.. ji nifşa nû roni artin hêvî dide. reqso beredayî xuya dike. xem, heçko çavê wî li popê ye. di vê navberê de min ji vîdyoya şeva rapa kurdî û belgefîlma li ser wan jî hîç hez nekir. dîroka rapa kurdî diçe 15 salan. tê bêjî qey cara ewil e rapa kurdî tê çêkirin û wek ajalên afrîkî, belgefîlma wan tê kişandin. |
|
21.01.2021 22:52 ~22:52 |
simurg56
|