Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ktorrent] de;

1. bernameya torrentê ye. her çiqas bikaranîna torrentê kêm jî bûbe, ji bo min hê jî tiştekî gelek pêwist e.
ktorrent parçeyeke kde'yê ye. yanî tenê li ser linuxê dixebite. min heta niha bernameyek evqas xweşik nedîtiye ji bo vî karî. (ji 10 salan zêdetir e bi kar tînim)
jixwe mirov dikare hema bêje her taybetiya wê biguherîne, ez behsa tiştên wisa nekim niha.
ji bo min du taybetiyên wê yên resen hene;

1- dema mirov fîlm fîlan daxe, ktorrent hewl dide ku pêşîn destpêka fîlmê daxe. bi saya vê yekê ger we hê %ê fîlmê jî daxistibe, hûn dikarin fîlmê lêdin û binêrin ka qalîteya wê baş e an jî dublaja wê bi zimanek xelet e fîlan. nexwe mirov carina encax piştî daxistina fîlmê pê dihese ku di fîlmê de problemek heye.

2- ger hûn bi xwazin di texmîna dema mayî ya ji bo xelasbûna daxistinê de, algorîtmaya xwe bi kar tîne. li gor vê algorîtmayê, paşeroja leza daxistinê hesab dike û texmîna xwe li gorî encama wê derdixe. ji ber ku lez carina kêm carina zêde dibe, leza wê deqeyê nikare bibe referansek saxlem.



03.02.2018 20:20 | simurg56