Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [terapotîk nîhîlîzm] de;

1. bawerî pê anîna ku ji bo derdekî/nexweşekî tu çareserî û derman tune ye.

di hinek nexweşên giran de ev bêhêvîtî peyda dibe.

hinekên wisa bawer dikin ku gelek tedawî, ji feydeyan zêdetir zerarê didin nexweş û nexweşiyê û loma divê mirov muhlet bide bedenê ku xwe tedawî bike. michel de montaigne jî yek ji van kesan bûye.

di vê serdemê de baweriyên wisa tabî gelek kêmtir bûye.



di nav bijîşkan de jî carina dema nexweşek gelek giran be, baweriyek wisa çêdibe. lê di vir de mesele ne bawerî pêk neanîna ji zanistê ye, bawerî ew e ku êdî gelek dereng e.



18.06.2016 21:09 | simurg56