Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [agent ransack] de;

1. yek ji bernameyên kêrhatî yên kombersê ye.

ji bo ku mirov di nava gelek pelan de li peyvekê bigere, hatiye çêkirin.

em bêjin destê we de 160 heb pelên .doc û 100 hev jî pelên .txt hene û hûn dixwazin bizanin kîjan pelan de li ku derê peyva "akîtîvîte" derbas dibe. bi vê bernameyê bi 2-3 tikandinan hûn dikarin xwe bigihînin armanca xwe.

her wiha hemberî fonksiyona dîtinê, fonksiyona "dîtin û guhertinê" û hwd. jî hene. yanî ger hûn bixwazin, hûn dikarin hemû peyvên "aktîvîte" otomatîk biguherînin "çalakî".

niha belkî bala we nekişîne, lê dema pêdiviya we pê çêbû, hûn ê dia jê re bikin. JI MIN RE JÎ TABÎ. AMÎN.



rûpela wê: http://www.mythicsoft.com/agentransack

vê navberê de bername belaş e, ha.



17.08.2013 15:20 | simurg56