Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [physician, heal thyself] de;

1. biwêjek îngîlîzî ye. bingeha xwe ji pirtûka pîroz ya xisrîstyanan, ji încîl (mizgînî)yê girtiye.



di încîla îngîlîzî de, di luke 4:23ê de wisa derbas dibe:

"Then he said, “You will undoubtedly quote me this proverb: ‘Physician, heal yourself’—meaning, ‘Do miracles here in your hometown like those you did in Capernaum."



min niha di încîla kurdî de kontrol kir, wisa hatiye wergerandin (lûqa 4:23):



"vêca hemûyan ew erê kir û ji wan gotinên wî yên merdane, yên ku ji devê wî derdiketin, ecêbmayî diman û digotin: "ma ev ne kurê Ûsiv e?" Û wî ji wan re got: "bi rastî hûnê vê meselê ji min re bêjin, ya ku dibêje: 'hekîmo, de xwe bi xwe qenc bike! De ka wan hemû tiştên me bihîstine, yên ku te li kefernahûmê kirine, li vê derê, li bajarê xwe jî bike!'"



bi qasê min ji agahiyên ji înternetê fêhm kir, ji bo wan kesan tê gotin ku berî dîtina kêmasiyên xwe, hewl didin meseleyên xelkê çareser bikin. yanî, "doktor, pêşîn xwe dermanke"



05.10.2015 22:40 ~22:40 | simurg56