Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ekvator] de;

1. xêzeke xeyalî ye ku li ser nexşeyên cîhanê de, dinyayê dike du parçe: nîvkada bakur û nîvkada başûr.

(bnr: nîvkad)



eslê xwe de ne xêzek xeyalî ye. heye lê em nabînin.

weke tê zanîn, li jora vê xêzê, yanî li nîvkada bakur, dema mirov avê berde di qulekê de, av ber bi aliyê rastê ve, yanî mîna saetekê dizivire û xwe berdide nava vê qulê de. lê dema mivov li binê vê xêzê, yanî binê ekvatorê, yanî li nîvkada başûr wisa bike, av tam berevajî aliyê saetê, yanî ber bi aliyê çepê ve dizivire û xwe berdide nav qulê de.

min vê yekê jixwe dizaniya.

lê wê rojê di bernameyekê de * caribandinek kirin; tam çûbûn li ciheke ku ev xêza ekvatorê jê derbas dibe, 2 metre diçûn bakur, av ber bi aliyekê ve diherikiya, 2 metre dihatin başûr av ber bi aliyê din ve diherikiya. min nedizaniya ev qas berbiçav e ev ferq. neyse, paşê çûn tam ser xeta ekvatorê û avê dîsa berdan ser qulekekê; av bi tu aliyan ve nezivirî û rasterast ber bi jêr ve herikî.

(bnr: mirov bi rastî ecêbmayî dibe)



08.06.2014 14:05 | simurg56