Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [pieta] de;

1. yek ji fîlmên dawîn yên kim ki-duk e.

sala ku nû derketibû bi festîvaleke fîlman hatibû dîlokê jî. min xwest herimê lê dema min şîroveyan xwendin, gotin ku gelek kes ji ber fîlmê verişîne/dil avêtine û ez nizam çi fîlan... ji ber ku jina min jî wê demê ducanî bû, min newêrî em bi hev re herin vê fîlmê.

paşê min ji înternetê peyda kir û temaşe kir û dît ku ne weke gotina wan e.



derbarê naveroka fîlmê de naxwazim zêde agahî bidim, ji ber ku wê bi hêsanî bibe spoiler.



--- spoiler destpê kir---

mijara fîlmê mîna mijara fîlma oldboy e; tolhildana bêwijdanî ya gelên rojhilata dûr.

min heyata xwe de, heyfsandinek evqas ecêb nedîtibû. ew sebir e ku bi wê dayikê re heye ku dikare planek wisa bike. bikare xwe bike diya kujerê kurê xwe.

bi rastî, heta dawiya fîlmê jî min fînalek wisa texmîn nedikir. gelek mam bin bandora vê dayikê de. lê mirov nikare înkar bike ku dayikek, bi rastî jî dikare tiştek wisa bike. divê mirov ji wan bitirse.

--- spoiler qediya---



08.06.2014 13:48 | simurg56