Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [gazlı bez] de;

1. navê tirkî ya kincek taybet e ku di emeliyatan de tê bikaranîn. taybetiya wê ew e ku tayên tê de gelek sist in û ji hev dûr in û avê gelek baş dikişînin xwe. tabî ne tenê avê. xwînê û tiştên din jî...



heta îro jî min bixwe nedizaniya navê wê çima gazlı bez, jixwe em jê re zêdetir dibêjin spanç. li gorî wikipediayê, navê wê ya îngîlîzî gauze ye û tê gotin ku ev jî ji gaze'ya fransî hatiye.û dîsa tê gotin ku ev peyv jî ji navê bajarê filistinê, ji gazzeyê tê.

ji ber ku berê, sedsalên ku filistîn bi kincên xwe navdar bû, li filistînê kincek bi navê gazzatumdihat hilberandin ku ew kinc jî weke spancên îroyîn bû. di sedsala 13. de, ev kinc derbasî ewropayê jî bûye.



13.05.2014 19:49 | simurg56