Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ubuntu] de;

28. sîstema ku li ser komputera min ya li nexweşxaneyê jî sazkirî ye û bi saya wê di nexweşxaneyê de tenê ez dikarim ji mala xwe order bidim, reçete binivîsim û li fîlman binêrim *
her bijî lînux.



24.06.2018 14:24 | simurg56

25. pergala ku gavek gelek girîng avêtiyeç lê xwezî vê gavê berî 10 salan biavêtan.



êdî ubuntu wê hêdî hêdî derbasî paketên snap bibe. yanî wê dev ji .deb berde. (mîna .exe'ya windowsê). bi vî awayî wê bername bikarin ji paketekê werin sazkirin. him wê belavkirina bernameyan hêsantir bibe. pêdiviya bi "navenda bernameyan" kêmtir bibe him jî wê êdî bernameyên ku bikarahêner saz kirine, ji navenda ubuntuyê were veqetandin û bi saya vê yekê wê sîstem hinek din qewî bibe.



berî 11 salan min cara ewil xwest ubuntuyê li ser komputera xwe saz bikim. lê ji ber ku wê demê înternet ne evqas berbilav bû, li mala min jî tune bû. loma min nedikariya bernameyan li ser ubuntuyê saz bikim. ji ber ku mirov nedikariye her li înternet kafeyê bernameyek daxe û were malê li ser komputera xwe saz bike.

sedema vê yekê ew bû ku di ubuntuyê de, bername tenê pelên xwe yên bingehîn/taybet tînin. paket/scrîpt û tiştên din yên binghîn naynin ji ber ku ew jixwe di ubuntuyê de hene. bi saya vê yekê sîstem siviktir dimîne fîlan lê ji bo yên mîna min bûbû îşkence. heta navê wê jî hebû: dependency hell Here lînkê



25.06.2016 22:35 | simurg56

23. pergala ku wergera wê û bikaranîna wê li rojavayê jî ketiye rojevê. ji bo vê yekê projeyek amade kirine.

armanca wan ya sereke, wergerandina bernameyên kdenlive, krita, inkscape, audacity, ardour, scribusû hwd.



Here lînkê



10.06.2016 22:21 | simurg56

21. sîstema ku ger mirov rêkurtan eyar bike, dikare weke mînak bi ctrl-shift klavyeyê di navbera tirkî û kurdî de pevbiguhere. ez wisa bi kar tînim.



20.05.2016 19:26 | simurg56

18. êdî hêdî hêdî cihê xwe dihêle ji linux mintê re.

tabî tenê populerîteya xwe dihêle ne girîngiya xwe.



piştî ku ubuntu derbasî navrûya unityê bû, ez jî tê de gelek kesan ji bê navrûya nû hez nekirin.

linux mint jixwe ji berê de hebû, piştî vê gava ubuntuyê, linux mint bi navrûya xwe ya cinnamonê bêtir popûler bû û niha li gorî distrowatch.comê ji ubuntuyê popûlertir e.

lê ew bi xwe jî şaxeke ubuntuyê ye û li ser bingeha ubuntuyê ye. yanî ubuntuya makyajkirî ye.

(bnr: linux mint)



13.11.2015 18:57 | simurg56

13. pergala xebatê ye. yanî komple sîstemek e. loma divê bi bernameyan neyê tevlîhevkirin.

paint bernameyeke windowsê ye û loma li ser ubuntuyê tune. lê jixwe paint bernameyek çirtovirto ye.

di ubuntuyê de şûna wê gimp heye. gelek serkeftî ye, mîna photoshopê ye, belaş e û can e. paint li ber vê bernameyê, mîna pêlîstokan e.

di ubuntuya xwe de, di termînalê de tenê bê rêzikê binivîse "sudo apt-get install gimp" û di nav deqeyekê de bername wê ji înternetê otomatîk were daxistin û sazkirin.



ubuntu, linux for human beings.



05.11.2015 12:27 | simurg56

9. îşelleh wê li rojavayê bibe pergala komputerên saziyan. îro kesek ji rêveberiyê daxwazek wisa ji koma ubuntuya kurdî kiriye.



20.05.2015 23:15 | simurg56

5. pergala xebatê ye ku berî 5-6 salan dema min weke yek ji berpirsiyarên koma wergera kurdî, ji bo belavkirinê cd'yên belaş ji wan xwestibû, camêran 100 heb cd ji min re belaş şandin. lê mixabin ji ber zagon û bûrokrasiya nalet ya tirkiyê min nekarî ji gumrikê bistînim.

her çiqas min nivîsa li ser cdyê ya ku digot "ev cd nayên firotin û belaş in û fîlan" nîşanî wan kir, dîsa bênamûsan van cdyên ku ji ewropayê hatine, weke malê tîcaretê hesibandin û ji min bi qasê 200 dolar pere xwestin. tabî min jî nestand û ji wan re hiştin ku bikin qûna xwe ve...



29.12.2013 22:19 | simurg56

3. pergala xebatê ku versiyona 13.10 derketiye.

navê kod ya vê versiyonê Saucy Salamander e.

hinek nûbûnên vê versiyonê de;

- ev versiyon yekemîn versiyona stabîl ya ji bo telefonan e.

- unity 7 barkirî tê. hinek fonksiyonên wê baştir kirine. weke mînak lêgerîna di unityê de êdî dikare zêdetir malper û cihan bihewîne û ev cih û malper bi destî dikarin werin bijartin.

- lêgerîna Friends hatiye ku kêrî lêgerîna nav malperên sosyal de, tê.

- dendika linuxê kirine 3.11

- vlc lêbarkirî tê

- taybetiya "hud" êdî libreoffice'ê de jî dixebite

- sîstem hinekî din leztir bûye



min hê bar nekir loma zêdetir nûbûnan ez jî nizanim. jixwe vêga ser komputera min ne ubuntu lê linux mint barkirî ye.



28.10.2013 19:35 | simurg56

2. pergala xebatê yê xwediyê du bernameyên bi navê unetbootin û grub customizer ku her car navê wan ji bîr dikim, aha min li vir nivîsand ku ji bîr nekim.



02.06.2013 15:41 | simurg56

1. pergaleke xebatê pergala xebatê ye ku li ser bingeha linuxê hatiye avakirin. ubuntu di nav pergalên xebatê yên ser bingeha linuxê, ya herî populer e. belaş e û ya herî girîng ew e ku kurdî ya wê jî heye.



30.05.2013 12:48 | simurg56