1. helbesteke malayê bateyî ye. gorî ku tê gotin helbesta berî mirinê ye.
Ji çirya paşiyê pê da
Melayê Bateyê kanê
Sefer kêşa bi Miksê da
Li ser weqtê zivistanê
Zivistanê evî yolê
Evî beryê evî çolê
Mijê avête derdolê
Xwinavê girtî kêstanê
Xwinavê girtî nesrîne
Cemed çêbû li sewlîne
Girya me tê ji bo asmîne
Zerî nayêne seyranê
Zerî tên û diyar nabin
Coşil tên û sitar nabin
Çi cindî tên siyar nabin
Bûye tarî li kolanê
Bûye tarî û zulmate
Sir û serma ji nû hate
Yeqîn kanûn eda hate
Binerin dax û kovanê
Binêr daxa me êxsîra
Xezam zer bûn rezê mîra
Reyhan barî di avê da
Reyhan barî di eywanê
perîşan in li hingorê
ji comerza gola jorê
Mecalêd berçela borî
zerî nayêne seyranê (403-404)
ev helbest ji antolojiya selîm temo ya bi navê kürt şiiri antolojisiyê hatiye wergirtin.
|