1. Cihê ku yek lê bicivî, lê bigihin hev.
Min ev peyv bi vê wateyê di ti ferhengan de nedîtiye.
(bnr: peyvên kurdî yên ku di ferhengan de peyda nabin)
Mînak :
-Ciya min digot, li hecê me xaniyê nebî ji xwe re kire civak û em bela(v) bûn. Heke hinek ji me winda bûbana wê xwe li civakê girtibane.
Wekî dî Di wîkîferheng 'ê de wilo hatiye Pênasîn:
1.komek mirovan ya bi hev re li welatekî yan bajarrekê yan gundekî dijî
û xwedî hin taybetmendiyên hevbeş e (bi taybetî koma ku çandeyek xweser heye)
2. hemî mirovên li welatekî dijîn
3. gel lê ne dezgehên hikûmî
Hevwate Biguherîne
ictima
komelgeh
sosyete
Bide ber Biguherîne
civat
Ji Biguherîne
paşvesazî (back-formation) ji civakî ji civatkî ji civat ji cimat ji cimaet ji cemaet ji erebî, hevreha civîn, civandin, civat.
|