Tirşik - Profîl
tirşik-profîla çaya germ

profîla "çaya germ"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [1ê gulanê] de;

7. Ji bo pîrozbahiya stenbolê ew bû çend roj in hemû sendîka, rêxistin û partiyên muxalif bang li gel dikkn da ku tevlî pîrozbahiyê a li qada taksîmê bibin. Xwe dijdandin û digotin em bibiryar in ti hêz nikare me ji rêya me vegerîne lê îro me dît ku ew tev tirt in tenê yên şitexaliyê ne. Hê çalakî destpê nekirine û ti bûyer neqewimîye dîsk û chp qadê diterikînin. Law hey hûn ne ew însan in hûn çima gel dixapînin hûn cesaretê didin desthilatdar. Ez çi bêjim ji we re xwedê we hîdayet bike



17 roj berê 14:42 | çaya germ

6. Ya bi rastî karker têgîneke berfireh e. Karmendên ku tevlî 1ê gulanê dibin jî karker in ne karker bin jî kedkar in. Yanê xebatkarên inşaatê, marketê, madenê, gundî tevlî bibin zehf xweş e lê ew nayê vê wateyê: ji xeynî wan kesan ên din ne kkarker an kedkar in. Her kes kedê dide, her kes kar dike û her kes dixebite. A ku divê em bibêjin "çima xebatkar bi piranî hay ji wê rojê tune ne?"



17 roj berê 14:35 | çaya germ

2. Marşa wê jî xweş e welle




23 roj berê 17:44 | çaya germ

1. 1ê gulanê Roja karkêrên cîhanê. Piştî şoreşa sanayîyê li dinyayê karker û kedkar di bin barê giran de îmana xwe diavêtin. Rojê 12-15 saetan bêheq û behiqûq dixebitîn lê dîsa jî mafên xwe nekarîbûn bistînin.
Bo vê sala 1988an karkerên amerîkayê radibin ser piyan da ku rojê tenê 8 saetan bişixulin. Di wan bûyeran de hin kes jiyana xwe ji dest didin û ew roj dibe sembola berxwedana karkeran. Piştî wê, li cîhanê yekê gulanê bi pîrozbahî û xwepêşandanan tê pîroz kirin.
Li osmanîyê cara ewilî di sala 1906an de pîrozbahî çêdibin. Li tirkiyê di sala 1935an de wek roja betlaneyê tê qebûl kirin.

Ji sala 2013an ve pîrozbahiya li taksîmê qedexe ye. Lê îsal sendîka û dezgehên karkeran bibiryar in dibêjin em ê li qada taksîmê bin. Em ê binêrin ê çi biqewime



23 roj berê 17:34 ~17:38 | çaya germ