Tirşik - Profîl
tirşik-profîla horhorik

profîla "horhorik"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [yılmaz güney] de;

48. Ji tirkan re bûye kul û derd*

Tirk dibêjin Yilmaz Guney ne rewşenbîr bû. ji ber ku pir nefsbiçûk in.

Yilmaz Guney ku 47 salan jiya, di 114 fîlman de lîstikvan, di 26 fîlman de derhêner, di 15 fîlman de hilberîner, di 64 fîlman de jî senarîst bû. Bi dehan xelatên sînemayê yên herêmî û biyanî, di nav de Festîvala Fîlman a Cannesê, stend. Wî bi şêwaza xwe îlhama hezaran fîlmçêkerên mezin ên mîna Inarritu da.

Wî 24 roman, çîrok û pirtûkên analîzê nivîsandine, ku yekem ji wan di 17 saliya xwe de nivîsiye û hinek ji wan jî paşê bûne senaryo. Kovara Guney ku pêşengiya wê kiribû û bi dehan hejmar derketibû derdixist. Gelek xelat û pesindan girtin, di nav wan de xelata romana Orhan Kemal jî heye.

Bi dehan salan di 25 girtîgehên cuda de dîl hat girtin. Tirkî, Kurdî û Îngilîzî dizanibû. Ligel hemû bêmimkûniyan jî bi keda xwe hilberand û ji xwe efsaneyek neasayî afirand.

Wî hemû nav û deng li pey xwe hişt û mîna rewşenbîrekî rastgo li cem gelê xwe yê bindest rawestiya. Û kulma xwe hejand û got: "Bijî Kurdistana serbixwe, yekgirtî û demokrat!" wî kir qîrîn.

Ew jêhatiyek kêm bû ku dikaribû kamera, pênûs û çekan pir baş bikar bîne.



17.09.2023 19:41 | horhorik

47. "Êş, zulm, hêsir û zilm ne çarenûsa gelê Kurd e. Em vê çarenûsê red dikin!"
yılmaz güney

ev gotin e ku ez ê tu carî ji bîr nekim: (bnr: 5000 lîre bide remezan ku ew ji vê jinê berde)



18.02.2023 20:47 | horhorik