Tirşik - Profîl
tirşik-profîla bayê xerbî

profîla "bayê xerbî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [afroamerîkî] de;

3. Mirovên çermereş ên Emerîkayî ne, li gel kolonîkirina axa Emerîkayê bi destê qiralyeta Brîtanyayê ji bo ku di karê çandina pembû û titûnê de bixebitin gelek mirov ji deverên cuda yên Afrîkayê bo Emerîkayê hatin birin, di rêyan de hema bêje nîvenîvê van mirovan ji ber şert û mercên xirab dimirin, yên digihiştin Emerîkayê jî nedibûn xwediyê jiyaneke xweş çimkî kole bûn. Welhasilî kelam gelheya van koleyên ji Afrîkayê hatibûn anîn kêm nebû hema bêje qasî mirovên çermespî xwediyê hejmarekê bûn. Heta demeke nêzîk jî kole bûn jixwe yek ji sedemên şerê Emerîkayê yê navxwe hebûna qanûnên koletiyê bû. Hêj îro jî nîjadperestiyeke zêde li wan tê kirin, wekî din jî her li kîjan deverê ev afroemerîkî zêde bin li wir rêjeya sûcdariyê, rêjeya gettobûnê zêde ye. Ji xeynî van mirovên navdar ên Emerîkayî jî gelek zêde ne û yekem serokê reş yê DYAyê Barack Obama ye. Bi Piranî Gelheya wan Li başûrê Emerîkayê kom bûye, hema bêje ji 3'yan 1'ê gelheya welatên yekbûyî yên Emerîkayê ji van mirovan pêk tê.

(bnr: şerê navxweyî yê amerîkayê)

(bnr: çima nîjada mirovên reş bi awayekî resen bi tenê li afrîkayê heye?)



18.04.2024 09:17 ~09:21 | bayê xerbî