Tirşik - Profîl
tirşik-profîla pîroz

profîla "pîroz"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dema zaroktîyê de tiştên xelet dihatin fêm kirin] de;

18. Gava ji me re digotin:
law, mala pîrê stara pîrê ye
Min digot, mala pîrê îca kûro! Mala pîrê nexweş e, Bêhna genî jê tê û tije sirsirk e.
Îca dema min ev gotin dibihîst wê çaxê mehdê xwe tirş dikir.



02.08.2021 16:10 | pîroz

17. Gava ez zarok bûm, ez,xwişkên min û xalê minî piçûk bi hev re diçûn mizgeftê ku em fêrî Qûr'anê bibin. Li mizgeftê jî gelek zarokên qurre hebûn û bela xwe li me dixistin.
Digotin" yek, dido û sisê tu bû jina osê!"
Îca gava min ev gotin dibihîst ez sor dibûm,min xwe aciz dikir. Min digot qey qala apê min Osê dikin.
min di dilê xwe de digot:" yaw, ma Xwedêjiwerazî, Osê yekî kêm e, astengdar e û apê min e... Ez ê çawa wî bikim?!"
Îca ez çiqas li ber xwe diketim!!
Nihaka tê bîra min û ez dikenim.
Bi rastî jî zarok bi nerînek zelal li dor xwe dinerin.



02.08.2021 16:04 ~16:19 | pîroz