Tirşik - Profîl
tirşik-profîla soryazyus

profîla "soryazyus"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [xelîn] de;

3. pirtûka jan paul sartre û strana ferît fevîm e. ger hûn bixwazî bikutî dêrûna xwe pirtûka sartre bi strana ferît bixwînin. berîya 2 salan bi dergistîyê xwe yê hingê re nîqaşek ya min çêbû. min her carê ji hinek rewşên xwe yên dêrûnî re digot ''xelîn''(mînak demek çêdibû ez gelekê kêfxweş û rûken dibûm lê yekten rewşa dêrûna min bêsedem dihat guhertin a rasttir min nedizanî sedem çî ye ez diketim di rewşek melankolîk de û derbas nedibû) wî jî digot ''ji bo ku tû bikarî qala xelînekê bikî divê tû li ser fenomenolojîyê û li ser hebûnparêzîyê têgihiştîbî'' min jî got ''de biteqize qûnek! ma ji bo ku em bikarin rewşên xwe yên mirovî bijîn divê em feylesof bin dqn'' welhasilêkelam ev jî meseleyek bû
sartre li ser winda kirina hesta aîdîyetê di pirûka xwe de tiştek wisa gotîbû: Di nava du bajaran de me: yek min nizane, ya din jî êdî min nasnake'' ferît jî li ser vê tiştê di strana xwe de metaforek wisa bi kar anî ye: Min bi kulafa rûye qet kir
Bi kulma serê xwe şikand
Bi revê binê piyê xwe reş kir
Dawiya revê tehteke.
Ezê xwe jê biavem, an ezê bimrim an jî herim destpêkek nû.
Ez çûm...

neyse ez ê ji vê mijarê bar bikim û herim xwe li mijarek din mijûl bikim an ez jî wê ''bifetisim'' jixwe psîkolojîka min xirab bû ye :/



14.04.2020 05:28 ~05:40 | soryazyus