51. Dem: 15.11.2020 saet 14 û nizanim çiqas |
|
16.11.2020 13:37 ~15:14 |
yûsiv
|
44. Bi sax û silametîyê gihîştim malê. Ne problem e lê birêz shorbevan ji me zû qetiya. Ê ku temenê wî mezin ew bû divê min û tîrêj zana û hevalê wî siwarî erebeyê kiriba û heqê rêya me dabûna. * paşî jî ji me xatir xwestibûna. * |
|
15.11.2020 19:55 |
yûsiv
|
36. Civîna ku xwedê hêz bike ez ê ji beşdar bibim. Piçekî nexweş im lê ne covid e. * bila dilê wê Aram be. ji ber nexweşiyê dibe ku zahf xeber nedim. ez ê lênûska xwe deynim pêşiya xwe û ji bo kesên ku tevlî nebûne, civînê cur bi cur binivîsim paşî jî di tirşikê de parve bikim. Li benda min bin. * |
|
14.11.2020 19:39 |
yûsiv
|
26. Civîna ku roja yekşemê be hatina min pirr dijwar dibe. Ji ber ku wa bûye sê heftiye nexweş im û naçim dersxaneyê. Li gor hevalên din pirr paş mam. Dersxane jî saet 16.30 ê xilas dibe. Lê heke roja civînê hat guherandin û roja civînê bû duşem an sêşem an çarşem an jî înê wê demê hatina min teqez dibe. Lê dizanim ku hevalên ku wê demê jî dixebitin hene. Bi kurtasî Dixwazim tevlî bibim lê heke roj neguhere jî dilê we sax be. |
|
11.11.2020 18:08 ~18:20 |
yûsiv
|
9. Mijara ku divê heta roja civînê rojeva tirşikê de bimîne ye ji ber ku hin nivîskar nû bi nû têketin dikin. Nizanim heta vêga çend kes beşdar bûne lê tiştê tê xuyan 3 4 kes in. Kekê Simurg56 jî kengê ve neketiye tirşikê gelo haya wî ji heye? |
|
06.11.2020 00:44 |
yûsiv
|
3. Dixwazim beşdar bibim lê jiber bi tena serê xwe qet ji bajêr derneketime piçekî ditirsim. * heke nivîskarekî/ê ji Êlihê biçe, ji kerema xwe re bi min re bikeve têkiliyê. An jî heke bi tena serê xwe bihêm divê camêrek min otogarê rahije û bibe. * |
|
01.11.2020 20:01 |
yûsiv
|