34. Nivîskarê tirşikê yê ku ew pêşketina zimanî ya ku min jê bi hêvî bû, niha hêdî hêdî xwe dide der. Asta fêma ji nivîsên wî zêde bûye û xwuyaye dê hîn jî pêş bikeve. Serkeftinê bo wî dixwazim. |
|
20.08.2021 18:57 |
tîrêj zana 21
|
23. Nivîskarê tirşikê yê bernamesaz yê ku nizanim çima kurdiya wî pêşde naçe. Mixabin van heval.js/133369 xwestek û rexneyên min hê jî derbasdar in. Min hêvî û rica ji cenabê nivaskarî heye ku xêrekê li xwe û tirşikê bike û hinekî li ser kurdî bixebite. Di rewşa asayî de nivîskarên li tirşikê tomar dibin û dest bi nivîsandinê dikin, di çend mehan de digihêjin heya astekî.( yek ji vê mînakê jî ez im) lê nizanim ji ber çi ye, di vî nivîskarî de ew pêşketin çê nabe. Dîsa jî hêvîdar im. |
|
03.06.2021 23:19 |
tîrêj zana 21
|
18. Nivîskarê bernamesaz yê tirşikê ye. Sernivîs ango mijarên vedike gelek biqîmet in, lêbelê danasîna wan kêm dike. Heya car caran qet nayê fêmkirin ku dixwaze bibêje çê. Mijarên bernamesazî, ji xwe hinekî tevlîhev û bizehmet in, vêca dema baş neyên ravekirin jî yekcar tevlîhev dibin. |
|
12.05.2021 00:35 ~00:37 |
tîrêj zana 21
|
5. Nivîskarê divê çavek li formata tirşikê bigerîne ye. |
|
12.02.2021 23:59 |
tîrêj zana 21
|
3. Tirşikvaneke li ser bernamesaziyê dinivîse ye. Wer dixuye di tora tarî de jî dixebite (deep web) ger hinekî behsa wê bike û wê rave bike, ji bo kesên meraq dikin dê sûdmend be. Hatina wî bixêr e. Hêvî berdewam be. |
|
24.01.2021 16:00 |
tîrêj zana 21
|