15. Beşa wê ya ewil, tyt îroj bû. Cara sisêya bû ku ez ketimê. Dibistana min bi qasî 30 çirk dûrî mala min bû û li bin wê tavê peya çûm. Derbasî hundir bûm, berpirsyarê giştî û serokê salonê nas derketin. Derbasî cihê xwe bûm, sira yê nizm bo zarokên dibistana seretayî bû. Bejna min jî hinek bilind e û ji loma di wan sirayan de qet ne rehet bûm. Pola min berojk bû û pir germ bû. Kesê li pêşiya min bêhna xwêdanê, yê paş min jî bêhna linga jê dihat. Demjimêra dîjîtal ji ber ku xerabe bû, ser wê girtin û em man bi ya analog. |
|
26.06.2021 22:50 |
tîrêj zana 21
|
3. EZmûna ku dê îsal gelek tirşikvan bikevinê ye. Ji 5 meha hindiktir maye dema wê bê. Dîsa ji ber pandemiyê gelemperî xwendekar li mal dixebitin. Xebata mal jî qet ne xweş e û mirov nikare li ser hev bixebite. Lê dîsa jî ezmûn li gor salên berê gelek hêsantir bûye. Mijarên ku dê werin pirsîn kêm bûne. Ji loma encama ezmûna de pûan zêde tê standin lê belê rêza xwendekara pir kêm dimîne. Ji ber ku ezmûn hêsan çê dibe her kes çê dike. Kesên çavê wan li cihê bilind, divê anha tyt xelas kiribin û hinek jî bi nav ayt ve çûbin jî. Herwiha ji bo tyt neyê jibîrkirin 2 heftê carekî bikevin cerba tyt û li ser kêmasiyên xwe biponijin. |
|
10.02.2021 00:47 ~11:46 |
tîrêj zana 21
|