Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bilbilê dilkul] de;

9. Nivîskarekî kevn yê tirşikê ye. Vê sibehê ji xew rabûm û min çavek li tirşikê gerand. Min dî çavê min li mijarekî ket ku di 6ê sibehêde hatiye nivîsîn. Min go an ev camêr bi şev raneza ye, an jî serê şeveqa yekşemê tiştek pê hatiye û ji xew veciniqî ye. Lê piştî ku min peyamê xwend, têgihiştim ku ya ewil rast e. Camêr bo xelata înterneta wî vala neçe, şevek li xwe bihurandiye.

Vêca di wê şevê de pergî vîdeoyek ku min jî lê darî kiribû hatiye. Paşê çiqas vîdeo di qenalê de di derbarê başur de hene darî kiriye( înternet belaş, şev dirêj). Lê rewşa başur, wek min ji wî re jî nexweş hatiye û gelekî li ber ketiye. Ji loma xew lê herimî ye. Û mayê heya serê vê sibehê.

Bi rastî dema li vîdoyên başur darî dikim heman tişt li min jî dibe. Li ber ewqas ked û xwîna şehîdan dikevim. Piştî ku dibînim ewqas bêkêr û bêkar in û tev perê petrolê dixwin û çi karî nakin, pêşdeçûn, şaristanî, perwerdehî û welatparêzî ji xwe qet di hişê wan de derbas nabe. Hay ji wan e welatparêzî hildana alê ye û bûna pêşmergeyên ku çi karî nakin, hingî dixwin zikê wan bi ser serê wan dikeve ye.

Axir, hinekî rexne li ser başur giran bûn û di bin vê mijarê de dirêjkirina wan ne guncaw e. Nivîskar dîsa li tirşikê vegeriya ye û bi xêr hatî ye. Di nivîsa xwe de hinekî behsa xizaniya xwe kiriye û dilê min şewitandî ye. Rojên aram û dewlemend li pêşiya wî bin.

gelê başûrê kurdistanê/130052



10.01.2021 13:30 ~13:30 | tîrêj zana 21