68. Dema ku Kurdekî kurdolojî xwendibe, bi ser de li ser kurdî master kiribe û wek mamosteyê zimanê kurdî (kurmancî) tayîn bûbe di Instagrama xwe de ji sedî 99 parvekirinên bi tirkî bike. |
|
20.09.2022 14:24 |
xabûrî
|
62. Xeberdana bi tirkî a kasîyerên marketên wek bim, a101, şok hwd. Bi ser de jî gelê me qey xwe li saziyên fermî hîs dikin. Ew jî berdewamiya xeberdanê bi tirkî tînin. |
|
25.09.2021 12:36 ~2021.09.26 12:04 |
xabûrî
|
41. Du mirov Kurdbûna hev dizanibin û herdu jî bi Kurdî jî dizanibin, lê bi Tirkî biaxivin. Bi taybetî jî dema herdu yan yek ji wan karmend be û ji ber rewşa karê xwe wisa bikin. |
|
25.07.2020 20:38 |
xabûrî
|
40. Kurdek, dema ez bi kurdî jê re dinivîsim û peyvên bi eslê xwe erebî di peyama min de hebin û wisa ji min re bêje: ama "alaka" ve (nizanim çi quzzulqurt) kurtçe degil. |
|
19.07.2020 12:40 |
xabûrî
|
38. Gotina kurdekî ya bi vî şiklî: bila yek wan (bo tirkan dibêje) ji ya me zêde be. Ji ew yekê qesta wî jî bila zimanê wan fermî be yê me na, bila perwerde bi zimanê wan be bi yê me na hwd. Ez carek din jî ji Kurdbûnê sar bûm, hêviya min şikest dîsa. |
|
08.07.2020 21:30 |
xabûrî
|