Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mikurhat

profîla "mikurhat"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [judith butler] de;

1. Judith Butler fîlozof û dîtanevanê (theorist) zayendeyê yê emerîkî ye. Li Ohio, Emerîka di sala 1956an de ji malbateke cihu re çêbûye ku gelek ji malbata dapîra wê (ji alîyê dê) di holokostê de hatine kuştin. Niha li Zaningeha Kalîfornîyayê di başên bîrdoza rexneyî (critical theory) û hevberdarîya çavkanîyên nivîskî (comparative literature) de mamostetîyê dike. Butler çalakvaneke sîyasîye ku li hember sîyonîsme û dewleta îsrael derdikeve. Butler ji bo mafên Kurdan jî îmze avêtîye hin daxwaznaman.

Butler gelekî bandor li ser felsefa sîyasî, exlaq û zayendeyê (bi teybetî homoseksuelîte) kiriye. Bi pirtûkên 'belaya zayendeyê: femînîsm û xirakirna nasnamê (gender trouble: feminism and the subversion of identity), Laşin yên giring: li ser sînorên gotarî yên zayendeyê (Bodies that matter: on the discursive limits of sex) û jiyana hêzê ya ruhî: teorîyên li ser teslîmbunê (the psychic life of power: theories on subjection) tê naskirin.



12.04.2018 11:42 | mikurhat