Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mergehez

profîla "mergehez"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [isao takahata] de;

1. derhênerekî japon e. bi anime û anime-fîlmên xwe hatiye nasîn. li gor min di qada animasyonê de piştî hayao miyazakî derhênerê herî kêrhatî ew e. fîlma wî ya bi nave hotaru no haka jî li gor min piştî sen to chihiro no kamikakushi anime-fîlma herî baş e. mirovên ku fîlmên wî temaşe nekiribin, pir tiştin wenda kirinin. bila bilez herin fîlmeke wî vekin û temaşe bikin.

ew yek ji sê damezrênerên studio ghibliyê ye. hevalÊ hayao miyazakî ê pir nêzÎk e. *



fîlmên wî yên herî xweş:

hotaru no haka - 1988

omohide poro poro - 1991

pom poko - 1994



animeyên wî yên navdar:

rupan sansei 1971-1972 - bi hayao miyazaki re kişandiye

heidi 1974



09.03.2014 00:34 | mergehez