Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mergehez

profîla "mergehez"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [22.03.2014 civîna nivîskarên tirşikê ya li amedê] de;

82. civîna ku ez pir jê kêfxweş bûme, ye. bi qasî dixuye bêdengiya min bala yên din pir kişandiye. li civînê endazer çend caran pirsî û min jî got "ez wisa me, zêde napeyivim". min çi kir çi nekir xwe ji vê bêdengiya xwe xelas nekir. ez kengê herim cihekî, li kêlekekê rûdinêm û li yên din guhdarî dikim. zatî jixwe ji ber vê hevalên min zêde nîn e. kes ji kesên bêdeng hez nakin. hema dibêjin bila hevalek were û ji me re qala meselokên xwe yên beradayî bike. hûn çiqasî baş bin jî hevalên we ba we nakin û hûn tenêya xwe dimînin û dibin asosyal. ka ew hevalên ba kesên bêdeng jî dikin axxx.. neyse civîn pir xweş bû. ez û hevalekî min çûn. hevalê min kurd e, kurdî hinekî fêhm dike lê nikare bipeyive. min ji wî re got civîn dê bi kurdî pêk bê lê wî got ez dixwazim werim. min nikarîbû bigota nê û min jî got de were û adiz bibe lê li gor gotinên wî, ew jî ji civînê kêf xweş bûbû.. berî herkesî serhat avci hatibû. axirê min wêneyên wî dîtibû û min wî nas kir û çûm cem wî. endazer hema peyivî û peyivî, nesekinî. di navberekê de qala hun çawane heval : ))))))) hat kirin û min bi rastî jî dora xwe nerî da ku binêrim ka ew li wira ye an na. sankî min wî bidîta, minê wî nasbikira :/ me çay vexwarin lê pereyê wan nedan.* ji ber ku ezê roja piştî wê vegeriyama izmirê, zêde wextê min tune bû û ez hinekî zû veqetiyam. ez li benda civîna duyemîn im. *



çend tiştên ku di civînê de hat qal kirin;

1- gelo danasîna tirşikê bi awayekî xweştir dê çawa bibe?

2- gelo ji bo çi tûrnike xistinin ber fakulteyên zaningeha dîcleyê?*

3- birayê faysal yıldırım

4- hun çawane heval : ))))))), rasteqîn, nazim tolhildan..

5- huda-par û projeyên wê*

6- 'paşeroj' peyvek çiqasî rast e?

7- 'kombers' - 'kompûter' - 'kompîtûr'

8- vîdyoya bahçeli ya ku slav ji apo re dişîne. *

9- hwd.



23.03.2014 19:02 | mergehez

80. bi qasî ez dibînim lobiya reşşikan dîsa xwe derxistiye holê û navê min kiriye mazlumodagan *



23.03.2014 01:38 | mergehez

66. li bin siwanê dê pêk were, lê xêynî du kesan hê tu kes nehatine.



22.03.2014 14:08 | mergehez

63. civîna ku 4 saet jê re maye, ye. ez pir meraq dikim ka wê çawa be.



22.03.2014 09:57 | mergehez

26. civîna ku roj bi roj nêzÎk dibe, ye.



11.03.2014 00:06 | mergehez

20. civîna ku emê ji zarokÊn xwe re bi saetan qalê bikin, e. ewê ji hevalên xwe re bêjin ku bavên wan beşdarî civîna tirşikê ya ewil bûne. lê ku em hew sê-çar heb tenêbin evê ne mumkun be. belkÎ jî dê mimkn bibe, nizanim..



08.03.2014 16:14 | mergehez

14. wer dixuye civîna me dê bibe civîna mêran. tu jinan xwe diyar nekiriye, lê ez dixwazim surprîzek pêk bê. *



07.03.2014 10:58 | mergehez

2. hmm.. bi rastî jî rojek manîdar e. ez jî di wê tarîxê de li amedê me. ezê bimisogerî werim. ku nivîskarekî xwedan kafe hebe em dikarin li cem wî bicivin.



05.03.2014 22:18 | mergehez