1. Senaryo li dora keçika Swîsreyî xweş hatiye hunandin. Ji ber ku çêker dixwaze rewş û têkiliyên fermî û rojane bidê nîşan, gelek li ser bûyeran nasekine û bilez derbas dibe. Bi xêra vê lezborînê, babetên ku di fîlm de tên behskirin, bê ku temaşevanan aciz bike, bi rehetî digihîje wan û derfetek dide çêker ku bikare gelek ji meseleyên ji hev cuda behs bike. Ramo pêşî dibêje ez li Duhokê kar digerim, piştî wextekê gelek kurt dibêje ez peşmerge me lê mîna napirse ka kîjan raste an jî çima derewan dikî. Piştî qewlek dirêj mîna nû diqîre te carek wilo gut carek wilo... Peşmerge rê li mîna û Ramo digire, çek li erebê de tê girtin, serî de Ramo nabêje ez peşmerge me piştî barek lêdan dixwe nû dibêje ez peşmerge me.! Ji xeynî her du lîstikvanên sereke, tu kes ji yên mayî ne lîstikvanekê profesyonele bawerke. Ewqas nebaş dilîstin ku mirov jê aciz dibû. Pêşiya her kesî bavê mîna. Fîlm li ser lêgerîna mîna ya bavê xwe hatiye kişandin, mirov hêvî dike ku hevdîtin û diyaloga wan gelek serkeftî be û heta dîmenên herî balkêş ya fîlm jê derkeve. Lê berevajî wê çêbû. Dîsa diya Ramo mirov digot qey bi zorê ew anîne wir kirine di nav fîlm de û gotine bilîze. |
|
05.08.2019 14:33 ~14:36 |
nestêle
|