1. teoriya psîkîyatrîstê dijkolonyal frantz fanon e. li gor fanon, mirovên di bin dagirkerî ye de ji mirovbûna xwe dûr dikevin, bêşexsiyet, tirsonek û lawaz dibin. serdestiya dagirkeran qebûl dikin û li hember bindestiyê tu deng dernaxin. lê wexta ku kêr digihê hestî, bi guleya yekem bertêk nîşanî dagirkeriyê didin. ya rast ev guleya yekem ne li hember dagirkeran e, mirovên di bin dagirkeriyê de pêşî guleyê bera mejiyê xwe yê dagirkirî didin. li hember tirsa serdestan bi guleya yekem nîşan didin ku ew mirov in, xwedî şexsiyet in, bindestiyê qebûl nakin. piştî şikestina şexsiyeta bindest êdî şerê li hember dagirkeran dest pê dike. |
|
15.08.2018 23:17 |
roza
|