1. (bnr: mele ebdullahê teraşî)
JI SIRRÊ WEHDETA HEQ
Ji sirrê wehdeta heq melbûsê şah û paşan
Nûra ji rengê atles feyza wekî qumaşan
Feyza ji qelbê arif wek Nîl û wek Ferat e
Gavek bikin tefekkur carek bikin temaşa
Xatem bi destê kî bit bê şik ew e Suleyman
Dil kir muteu munga muhr û tilismê qaşan
Ji ewwel ez eyaz im ji te bi îz û naz im
Dê te can teleb kim, ger xwîn hilîne laşan
Namî nezerke îro pir şêxên vî zemanî
Mezin dikin serên xwe bi teylesan û şaşan
Bi xîmên enqebûtî wan pir kirin mirîd e
Hemiyan me mal û dewlet dan mift û hem belaşan
Dama dinê vegirtin welgirtin zeyyê şêxan
Dal û mudîl û gumrah bûn şubhetê fîraşan
Ehlê kulûb û îrfan ji ber desaîsê wan
Dunya kirin musellem dan destên van gelaşan
|