Tirşik - Profîl
tirşik-profîla bûtîmar

profîla "bûtîmar"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [evîn] de;

60. Evîn mîna guliyên genim we bi xwe ve digire.
Ew we li bênderê digerîne daku we çîptazî bike. Ew we li bêjing û mûxelê dike daku xirşan ji nav we biavêje.
Ew we dihêre ta ku hûn spî bibin.
Ee we diguherîne ta ku hûn bên çemandin.
Û dû re ew we dispêre agirê xwe yê pîroz daku hûn bibin nanê pîroz ji bo cejna pîroz a Yezdan.
Evîn hemû vê yekê dike daku hûn ji nihînên dilê xwe haydar bin û bi vê zanînê hûn bibin beşek ji dilê Jiyanê.
/Xelîl Cîbran.



29.10.2016 23:30 | bûtîmar

47. evîn: havîneke xweş, esreke derenege hênik da bavê min erebeyê dajo, kêlaka wî da kekê min runiştî ye, piştê da jî ez û dayîka min ; teyîba erebê da dengbêj şakiro dengê xwe yê tirsehêz va çi lê dikeee, qirçîna dengbêjîya ye. *
li ber tekerê wesayîta me toz û duman bilind dibe qirçîn e !
difire dilê min; qirçîn e !

alîyê me yê rastê da behra wanê ji me re hevaltîyê dike.
di romana mehmed uzun a sîha evînê da xeyala Memduh selîm beê ya ku li ber behra wanê xwe ra avahîyekî çê bike tê bîra min û ez wî cîhê ku piştî ku min ew romana xandibu (2009) min jî ew xeyala xwe re kiribu xeyal û xwe ra li ber behra wanê cîhekî zehv xweş dîtibu ku ez dixazim wê derê xwe ra avahîyekÎ xweş çê bikim û xeyala min da hê jî tiştekî wisa heye.
welhasil ez wî cîhî nîşanê dayîka xwe dikim û dîya min zehv şa dibe.
-kekê min dikene *
-bavê min: zanîngehê xelaske were em bikirin
bazikê min hebuna ezê bifirîyama wê çaxî

dilê min da hîsê zehv mezin çê bibun. bawer dikim ew hîsa navê wî (bnr: evîn) e
evîna welat, evîna armanca ihsan nurî, evîna kal û pîrê me.



07.04.2016 15:51 ~2017.10.07 15:00 | bûtîmar