Tirşik - Profîl
tirşik-profîla hêja hûner

profîla "hêja hûner"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [nivîskarên ku ji ber fikrên nivîskarên din dev ji tirşikê berdidin] de;

11. facebook û twitterê de herkes fermandarê rûpela xwe ye. dikare kesên ku heqaret li wan kirî asteng bike û wan nebîne û nehêle ew jî wî bibînin. lê malperên mîna tirşik.netê herkes dimîne li ber bextê moderator û admînan. û ev rêvebir jî edaletê pêk neynîn wê demê endam dimînin bêçare û dûr dikevin.



divê serê her tiştî ev bê zanîn ku heger kesên ji xwediyê nêrîn û bîrdoziyên cuda ji bo armancekî di civaetekî de bêne li cem hev pêwîst e li gorî rastiya vê cûdabûnê tevbigere. Ne wisa be bila xwediyê her bîrdozî û partiyê ji xwe re malperên nû vekin. tirşik/pkk.net tirşik/kdp.net tirşik/psk.net ... filan bêvan....



dûbare dikim eger kesên xwediyê bîrdoziyên cuda di malperekî de wekî civateke gişihtine hevdu pêwîst e rêzê bidin mirovên din..



10.05.2015 17:11 | hêja hûner

9. dibe ku ez yêk ji wan bim.. lê hîna sebir dikim. ji ber ku mirov ne mecbûrê her civatê ye. eger civatek bi aram be rêzgirtin û rêzdayîn hebe miorv ne heman fikrê de be jî dikare li wir be. lê eger sînora heqaret û dijûnan baş neyê zanîn çi hewce ye mirov serê xwe biêşîne. ma tu karê me din tune em civatek gengeş de bin.



ma em çêrxwaz û çêrperest in ku herin civatekî de milet dijûn û heqareta li me bike. tirşik. net ji bo pêşketina çanda kurdî dikare rolekî ne ji rêzê werbigire û em jî dikarin çi qas ji destê me alikariyê bikin lê divê neyê jibîr kirin ku dera ku aramî û rêzdarî tê de tune be tu xîreta mirovên dilpak tune ku li wir bimîne..





10.05.2015 16:17 | hêja hûner