Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mirovekirind

profîla "mirovekirind"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ronî mîna evînê tarî mîna mirinê] de;

4. romaneke nuwaze ye. bi 384 rûpel e. dema min hê nû dest bi xwendina vê romanê kiribû, min yek rûpel di nav saetek de diqedand. car hebû ji saetek zêdetir dibû. min hevokan binxêz dikirin. pir caran dibû bo bendek deh car ji rûpelê diçûm ser ferhengan û vedigeriyam, diçûm û li ferhengê asê dimam, 15 deqe şûnde vedigeriyam. min xwendina gelek hevokan bideng dubare dikir û ez diketim nav xeyalên di ahenga hevoksazî û helbestanehiya peyvên wî ên li dû hev.

roman dirêj e, qala wî jî dirêj e. karakter û mekanên vê romanê qet ji hişê min naçin. dema min dixwend min fam dikir ku payebilind e. îro ez lê dinêrim, sehne û bûyer (ên dîrokî û ên rojane) ên di romanê de, bi hemî hurgiliyên xwe di hişê min de bicî bûne. ew hest û her tiştên wê. xwedê zane ev roman şaheser e, mehmed ûzûn jî nivîskarekî mayînde ye.



17.12.2021 00:19 | mirovekirind