Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mirovekirind

profîla "mirovekirind"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tirşik forûm] de;

1503. Hevaltirşno! mijarên rêzimanê baş nayêt famkirin gere bibûya "mijarên rêzimanê yên baş nayêt famkirin". Ma ne?



20 roj berê 20:54 | mirovekirind

1479. @hemko82

evîna kurdê rojhilata navîn/142848 te bi dilekî safî jê hez kiriye. lê wê bi rêya teqlîdkirinê ji te hez kiriye. a te rast e, a wê derewîn. car dibe mirov dixape, mixabin. kevirekî daîne ser û dev jê berde. tu bi erzanî jê filitiyî. here, sedeqeyekê bide.

êşa dilê te wê bi demekê te bernede. tova evînê di reha dilê te de razayî ye. emir dirêj e, wê careke din dîsa şîn bibe, bi hêviya ku îcar j'bo keseke rind û rasteqîn. heya wê rojê, li ber xwe bide.



10.09.2023 00:14 | mirovekirind

1478. (bnr: alo tirşik)



09.09.2023 16:22 | mirovekirind

1447. Spas hevalno! Min sûd ji bersivên we hemiyan wergirt. her bijîn!

min çav li çend qaîdeyên rêzimanî gerand ku wê mijarê bi yekî ve girêdim û di hişê xwe de bidawî 'kim lê mixabin aloziya di hişê min de hin geştir bû. fikra ku ez niha hatime ser, mixabin ravekirina wê zehmet û dirêj e. loma nikarim aniha tiştekê bêjim. hêvîdar im, ser vê pirsa xwe ez ê di demeke nêz de xwe bigihînim biryarekê û dû re raveyeke sanahî li vir daînim. wê belkî nîqaş jî berdewam be.



05.03.2023 22:34 ~22:42 | mirovekirind

1443. Hevalno, pirseka min heye. Min mijareke nû vekiriye bi navê “nîqaşa felsefî a bi kurdî”. sernav “nîqaşa felsefî bi kurdî” bûya bes bû. Niza’m min çima wer kir. Dibêm qey “a” di vir de zêde bû. bû çewtiyek. çewtiyeke piçûk an mezin e nizanim. Lê dibêm qey “a” ne pêwîst e. Kerem kin! Hûn dibên çi?



04.03.2023 12:22 | mirovekirind

1436. @tirşik forûm/140994

(Beşa pirtûkan ya tirşikê) Here lînkê



18.11.2022 12:06 | mirovekirind

1417. Mêvanê rênas ê beşa “otopsî”yê dişibe tirşikvan ferhenga şikestî. Ew e gelo?

;feature=emb_title



25.07.2022 01:05 | mirovekirind

1404. Ên dikarin, ji kerema xwe navê mijara xwarinên dayîka min serast bikin. Divê bibe “xwarinên dayika min“. Navê kanalê youtubeê wisa ye.



12.05.2022 20:08 ~2022.05.14 09:42 | mirovekirind

1397. Li bin mijara şimayê (bnr: şima) peyamên nivîskaran bûne dubare, sêbare û heta qiyametbare. Serastkirin please!



21.04.2022 13:41 | mirovekirind

1396. hevalno,

caps û karîkatûrên di tirşikê de gelek şaşiyên rastnivîsînê di nav xwe de dihewinin. texmîn dikim xelk ji vir kopya dikin, li ciheke din par ve dikin. bi awayekî din ez bibêjim, wêneyên bi nivîseke xerab tê de, ji vir berbelav dibin.

bo kemilandina caps û karîkatûrên tirşikê, endamên tirşikê gelo dikarin çend ji wan ên bi rewşa herî xirab serast bikin û wan ji nû ve biweşînin?

nivîsîna bi kurmancî pêl pêl zêde dibe di nav kurdan de. ji ber standardbûna zimanê kurmancî, her ku diçe qaîdeyên nivîsînê di nav xelkê de hêdî hêdî berbelav dibin. em, tirsik.net, bila nebin sebeba şaşiyan.

û ji vir şûnde caps û karîkatûrên şaşnivîs neyên pejirandin. koleksîyona caps û karîkatûrên tirşikê bila hindik bin bila rindik bin!



06.04.2022 21:42 | mirovekirind

1376. heval.js, dev ji reşik barandina xwe ya homofobiane (-ane) li ser mijarên biruya hayao miyazaki berde, rabe capsek çêbike ji disaster girlê! ehmaq! ihtimaleke biçûk be jî wê belkî xelk jê hez bikin. ew ê bo te baş be.



21.12.2021 23:29 ~23:30 | mirovekirind

1375. @gunicorn destê te kesk be!

hêvîdar im, tişteke ne tenê ji bo nivîskarên tirşikê jê fam bikin, ya herî baş, piraniya xelkê me ku rêya wan ketibe tirşikê bi rehetî jê fam bikin, wê çêtir be. tirşik forûm/138413



21.12.2021 22:43 | mirovekirind

1370. hevalên dikarin nîn e ji disaster girlê capsan çêkin, xêra xwe?



21.12.2021 22:11 | mirovekirind

1367. hevalên xwedî qudret, xêra xwe peyamên derbarê "kovara derwaze"yê de yên ku di bin sernivîsa "derwaze"yê de hatine nivîsîn, jê derxin, derbasî sernivîsa "kovara derwaze"yê 'kin! zû! *



18.12.2021 00:13 | mirovekirind

1349. @cinorek xwendevaniya hin nivîskarên tirşikê mîna sê stêrkên michelinê dibiriqe maşala!



09.12.2021 14:14 | mirovekirind

1276. ne tişteke veşartî ye. bo tirşikvanên herî zêde reşik dane peyaman, herin Li îstatîstikan binêrin! Du sê endamên ji nifşên nû hene, ji hedê xwe zêde deng dane peyaman. di serî de endamê beredayî hevaljs û çend hevalîşkoyên din in. ewqas.

gelek nivîskarên kevin hene, qat bi qat ji wan zêdetin nivîsandine lê ewqas deng nedane. hevalîşko çi bikin, ew jî, nivîskarî ji wan nahê, dengdarî dikin ji xwe re. dengdarî ji aliyê lijneya tirsik.netê ve hîna ne hatiye qedexekirin, loma serbest in.

kerem 'kin hevalîşko, deng bidin! bo we nivîsîn ne hewce ye, dengdarî besê we ye û ji serê we jî zêde ye.



16.10.2021 18:10 ~18:11 | mirovekirind

1191. Di derbarê 18.07.2021 sûrprîza mezin ya tirşikê de,

bişkojka “hevokandin”ê li cem min jî xuya nebûye. Ne bi Safari’yê û ne jî bi Chrome’ê.

Agahî: kombersa min macbook e. Bihîstoka min iphone e.



05.08.2021 10:21 ~19:38 | mirovekirind

1059. tirşik forûm/131903
Navê "medya" û hemû navên din ên kurdan li vir bigerînin! Malpera Nîşanyan Çavkaniyeke bêhempa ye. lê bi tirkî ye.
Here lînkê



29.03.2021 14:20 ~14:27 | mirovekirind

1032. anatomiya mirov – organên cinsî ya jinan

xerzdank, hêkdank kurdî, yumurtalik tirkî, ovaire firansizî, ovary îngilîzî

rojnameya kurmancî ya enstîtuya kurdî ya parîsê, zivistan 1991, hejmar 8, r 67.



19.02.2021 00:45 | mirovekirind

1018. çend endamên tirşikê yên nûhatî tirşikê diherimînin. diyar e ku fam nekirine nivîskar li vir çi dikin. endamên nûhatî bêqaîde tev digerin, zêde deng didin peyaman, bi taybetî reşik zêde didin.

format binpê kirin, diyar e. ji formatê wêdetir, li vir, di tirşikê da teamilên nenivîskî hene. kesên gava tevlî civakekî bûn li gorî qaîdeyên nenivîskî yên civatê tev digerin. bala xwe didin gotin û tevgerên xwe. herkes bi vê yekê dizane. ji bo vê yekê jî, bes divê mirov hebkî bi terbiye be, biaqil be.

reşikdanerên van peyaman ra dibêjim.

çemê mekong/131100
demeter/131035
afrodît/131036

min fam nekir. bi tenê ihtimalek tê bîra min: nefret. hema em bibêjin nefret be! lê sedema wê nexuya ye. nefret ji bo çi? bi sedî sed bêaqilî di vê yekê da dibînim.



13.02.2021 23:41 ~23:47 | mirovekirind

1009. dibêm qey de facto hozan xwestîye li vir derdê bê derman/130983 bibêje kurdish question an jî kurdish issue. bi ya min, li vir matter û kurdish tam li hev nehatine. bûye wekî made. wek (bnr: dark matter) (madeya ku feza jê çêbûye). kurdish matter: Madeya ku kurd jê çêbûne. (bnr: kurdonium) sembola kurdonium jî kr ye. K mezin, r piçûk. ji bo tevlihevî (bnr: krîpton)

meseleya kurdonium dirêj e. di bin mijareka din da ez ê ji we ra bêjim.



12.02.2021 00:41 | mirovekirind

1006. tirşikvanê bi navê "hîçparêz" nivîsandîye pakîstan/130864 heyfa îcada nivîsê ye, ez dibêm.

Nizanim ji ku derê stendîye, wekî copy paste xuya ye. çima? min li înternetê meyze kir,

1. lawikê reşik ji fakulteya makînayê ye. bi teolojîyê ve têkilîya wî nexuyaye. çend nivîsên xwe yên li ser dîn û teolojîyê bar kiriye. lê ew nivîs li cihekî nehatîye weşandin. hin platform hene, tu xwebixwe diweşînî, hekem tuneye, kovar tuneye. (te got zanist?)
2. jixwe lîsansa bilind dixwîne. (te got lêkolîn?)
3. ji etiyopyayê ye. (te got pakistan?)

dibe ku ez şaş bixwînim. hema înternet jî şaş be. tirşikvanê bi navê hîçparêz jî hema em bibêjin hîç nizane çi dibêje. kesên deng da vê peyamê van hevokan bi kîjan aqil ve girêdan: "dewletekî ku hevalê dewletê tirkan e" û "zanist û lêkolîn li pakistanê" meraqdar im.

di profîla xwe da dibê ez ne kurd im. ji ber ku xwe bidî qebûlkirin ne hewce ye tu tiştên beredayî binivîsî. kalîteya vê platformê danexe erdê. neyse loo, te baş kir. çend tirşikvanên ku bêxwendin û bênirxandin deng didin peyaman xwe aşkere kirin. em jî li vir qala artificial intelligenceê dikin. lawo, lawo intelligencea asayî ji me ra lazim e.



11.02.2021 02:13 | mirovekirind

1002. yekê xêra xwe, vê sernava "alfabeya kurdî ya kîrîlî" bike "alfabeya kurdî ya kirîlî"



08.02.2021 02:21 | mirovekirind

987. @xelîl
ya min iPhone e. appearancea malxerab ez nabînim.



11.01.2021 00:41 | mirovekirind

985. @dilreş ka zimanê kurdî? min nedît. signal/130062



10.01.2021 20:38 ~20:40 | mirovekirind

974. @merwano bi ya min hevalê te rast e. dev ji peyva "kuştin"ê berde, li şûna wê peyva mirinê bi kar bîne! nizanim tu dê çawa li hev bînî, "mirov, bêhêvî û mirin". wekî mînak, dibe ku bibe "mirovên bêhêvî mirî ne"



28.12.2020 21:07 | mirovekirind

819. Min dît ku peyamên endamê "hespêsor" yên di derbarê pêxember û meleyan da, û ya derbarê min da her sê jî disekinin mihemed pêxember/119997 dengê meleyan/119106 mirovekirind/121114. û bi ser da jî Peyama min ya di derbarê wî da jê bûye hespêsor/121099.

Ev yek çawa çê bûye? gelo çavê moderatoran lê neketîye?



03.05.2020 01:02 | mirovekirind

785. Moderatorên hêja, ev peyam çê nabe: mihemed pêxember/119997

Ji kerema xwe jê bibin!



12.04.2020 22:40 | mirovekirind

779. moderator çima van peyaman dihêlin? rastnivîsa kurdî/120032 vîrûsa koronayê/118376

endamên tirşikê yên çênebûyî (bnr: netirşikvan), mirov mixabin nikare ji wan ra bibêje tirşikvan, di bin mijaran da dinivîsin wek peyamên smsê ji bihîstoka destî ji hevdu ra bişînin.

êdî di bin vîdeoyên youtubeê da jî zûbizû xelk bi hev ra naaxivin. her kes peyama xwe dinivîse û hew. îcar çend hefte ye, peyamên ne li gorî formata tirşikê, tirşikê reben dorpêç kirine. ne yek, ne dido, tije ne. min du peyamên li jor bo nimûne eşkere kir. lê belê ne tenê ew in. çend endamên din jî hene, bi smsan tirşikê diherimînin.

pirsgirêk ne tenê van tiştan in. qayîdeyên tirşikê yên din jî tên binpê kirin. çend hefte ye naveroka tirşikê ber bi xerabîyê ve diçe. min go, min nego. bila xelk ji xwendina tirşikê aciz nebin. ji bo ku tirşik bibe platformeka birûmet di nav civata çapemenîyê da, divê xwedî nivîskarên baş be. nivîskarên (?) nû yên tirşikê ku ji xwendina nivîsên dirêj mîna formata tirşikê hez nakin, bila zanibin, xêra wan ji tirşikê ra hema bibêje tuneye.



12.04.2020 16:37 ~16:45 | mirovekirind

743. Ew çi sabotaj e? Lînkên di vî peyamê da netikînin hevalno! mişk û mirov/117096 ez poşman bûm. Got "dibe ku agahîyên te yên di vê telefonê da dizî be"



03.02.2020 23:43 | mirovekirind

738. formata tirşikê dibêje

- her çiqas bi şikla xwe li gorî formatê be jî, nabe ku nivîskarên tirşikê ji sibehê heta êvarê trolliyê bikin, peyamên ku naveroka wan vala ye binivîsin ku di van peyaman de tu agahî/analîz an jî bîranînek orjînal û kêrhatî tune.

îcar, ev peyam li otobusê gengeşîya min û keçikek bêedep/116701 naveroka wê vala ye. ne li gorî formatê ye: rasterast ji nivîskarê pêşî ra diaxive. dibê çi? ne tiştek. qala tecawizê dike.

ew jî tiştekî pir ecêb e ku nivîskarê yê vê mijarê vekirîye ewqas ji xwe bawer e ku min got teqez neheqî li wî hatîye kirin. lê belê min peyamê xwend. ez şaş bûm. min carekî din xwend. bi ya min, nivîskar bi xwe neheq e. ew tiştekî ecêb e. dibe ku nivîskar ji hêrsbûna xwe, mesele ji me ra kêm gotibe. lê belê bi vî awayî ev peyamê da li otobusê gengeşîya min û keçikek bêedep/116697 hewceyî ewqas hêrsbûnê tuneye. em vê yekê bidin alîyê. îcar nivîskarekî din radibe derbarê keçikekê da pêşnîyaza tecawizê dike. belê. ew yek nehatîye serê wî. hêrs filan jî nebûye ku em bibêjin, hêrs bû û ji bo ku heqeret lê bike, xwe negirt û nifirên giran lê kir. na, ne ew e. ev yek ne nifir e moderatorên hêja. pesndan û bilindkirina tecawizî û destdirêjî ye.

yekî ji yekî din ra bibêje "ez ê di mezin te nim" . ew nahê wateya ku ew dê bi şev biçe mala kal û pîrên wî û bi dizî bikeve hundir û êrîşî mezinên wî bike. na, ji ber ku ev gotin ji bo piçûkxistinê û heqeretê tê gotin. ango em bibêjin bi mecazî tê gotin. divê mirov van her du ji hev veqetîne. ewên ne mecazî, yên ne nifir, şidet û porno û tecawizî dihewîne û sûc e.

van tiştan li gelek platforman qedexe ye. wana êdî tiştên gerdûnî ne. hema bibêje li her deran hatine qebûlkirin. dibêjin sexual harassment filan û jê dibirin (youtube, maps, instagram û herweha google)

vaye min got. ku moderator vê peyama qirêj jê nebirin, qet nebe, bibêjin ev peyam çi li ser tirşikê zêde dike.



25.01.2020 23:53 ~2020.01.26 00:04 | mirovekirind

708. moderator, ji kerema xwe sernivîsa "medovik"ê bikin medovîk.



05.12.2019 21:45 | mirovekirind

699. Ez dibêm, em peyamên ku ne li gorî qaîdeyên tirşikê ne, jê bibin. (bnr: formata tirşikê)

Wekî nimûne, ev çi hal e?
/89008
Ev peyam û sernivîs gere bi tevahî were jêbirin.
Wekî ku biruya hayao miyazaki jî binê wî da gotîye, bi vekirina mijarên wisa pileya tirşikê dadikeve jêr. biruya hayao miyazaki û çend nivîskarên din talûkeyên van tiştan rave kirine, nîşan dane.

Mijarên wisa ji me ra ne lazim e. Ez li hêvîya piştgirîya moderatoran im. Em rê li ber fikir û raman (yên kurdan) vekin ku wek ava çemê dîcleyê biherikin.

çend peyamên ku bi tenê heqeret, discrimination, trollî, xêrnexwazî, dijminahîya mirovatîyê û hwd ve tije ne, rakin! ew kesên hêja ku di dema borî da ji rûyê çend peyamên nehêja ji tirşikê bar kirine, bila vegerin. Ewên nû hat, ew jî bibêjin cihekî çi bikalîte ye!



12.11.2019 23:15 | mirovekirind

697. Moderator çawa tiştekî wisa dihêlin hedîs/83700
Me qaîdeyên tirşikê jî xwend. Me mekteban jî xwend. me dinya jî dî. Cih tuneye ji wan tiştan ra. Bes heqaret, trolî û xêrnexwazî ye. Dijminîya mirovahîyê ye. Bi saetan bi rojan dixebitim Ji bo ku quality li tirşikê zêde bikim. Reşik jî nadim kesê. Çend reşikên min hebûn. Min wana jî bir. Moderatorno, bersiv bidin xêra xwe!



12.11.2019 17:13 ~17:29 | mirovekirind

690. nivîskarên tirsik.netê yên hêja!

bila tirsik.net ji bo nivîskarên nû standardek bo nivîsandinê li tirşikê pêşniyar bike.

gava ku nivîskarîya tirşikvanekî\a nû erê dibe, bi serî da, simurg56 ji wan ra formata tirşikê û vîdyoyên li ser bikaranîna tirşikê dişîne. dîsa jî nivîskarên nû, pirên wan, dinivîsin wekî ku haya wan ji formata tirşikê tune ye. pirsgirêkeka din jî ew e ku nivîskarên nû dinivîsin wekî ku haya wan ji rêziman û rastnivîsîna kurmancîyê jî tune ye. dibe ku nivîskar bixwazin xweş binivîsin. lê nizanin li kêrê binêrin. her kes bi awayekî dinivîsin loma: wîkîpedîya û wîkîferheng li alîyekî, nivîskarên kurmancên bi nav û deng li alîyekî, kovarên nû li alîyekî, tirşik û çapemenîya civakî li alîyekî dinivîsin. (bnr: bav ji xwe ra law ji xwe ra) ne ewqas e. di nav van da jî fractionên cuda hene. ma tirşik nikare wekî çavkanî standardek bişîne ji nivîskarên xwe ra? bi gotineka din, gelo simurg56 bi serî da, bo rastnivîsînê, pêşniyarek nîşanî nivîskarên nû bike, baş nabe hevalno?

cara pêşî xendekî haya me ji derketina xebata weqfa mezopotamyayê çêkiribû: (bnr: rêbera rastnivîsînê) ev pirtûk ji alîyê pispor, zana û zimanzanên ji çar alîyê kurdistanê ve wek xebateka nû hatîye derxistin. bi ya min, ev xebat xebateka pir biqîmet e. ne ji ber ku qayîde û biryarên wê tê de pir baş û rast in. ber bi yekbûnê ve rêyek vedike, loma. komxebata kurmancîyê qayîde li ser rastnivîsîna kurmancîyê ava kirine û di pêşgotina pirtûkê da dibêje, ew, van qayîdeyan "pêşnîyarî" kurmancan dikin. ewqas.

jixwe li tirşikê standardek bo rastnivîsînê tune ye. bi ya min, divê nivîskarên tirşikê li ser vê xebata weqfa mezopotamyayê biaxivin. ramanên xwe yên kûr û dirêj lê verijînin.



17.06.2019 02:39 ~2019.06.25 20:56 | mirovekirind

680. agahî biguhere jî tu li ber dilê me jin î, bi demekî dirêj. ji ber ku agahiya çewt di hişê mirovê de zû bi zû rast nabe. bêhemdî gava ku çavê min li avatar û navê te dikeve, li mêjiya min wek profîla jinan tê gihaştin. : ) bi rastî jî heya aniha min digot qey bilbilê dilkul jin e.



19.02.2019 12:37 | mirovekirind

652. peyamên nû ku li çepê rûpelê li bin hev bi rêz dibin, bi nimro li ber wan mirov fêhm dike ka li ser mijarê çend peyam hatine nivîsandin.

îcarê, pênc kes li ser heman mijarê deng bidin, rêzên dengdanên dawîn ku cihê wî li milê rastê yê rûpelê ye, tenê bi mijarekî tije dibin. nimroyek qasî hejmara dengdanan çima li hemberê mijaran nanivîse, moderatorno? bi ya min, bi nimro, ew ê çêtir bibin.



26.07.2018 20:46 ~2020.04.11 12:40 | mirovekirind