Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mirovekirind

profîla "mirovekirind"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [i'm in love with pippa bacca] de;

1. belgefîlma li ser jiyan, serpêhatî û mirina pippa baccayê ye. pêşniyarî her kesî dikim.

tê bîra min, nû derketibû û ketibû mubiyê. Min dil hebû temaşe kim lê bi fîlmeke ewqas mijar-nazik tu nizanî di nav te de dê derûniyeke çawa rû bide. ehlaqa min e, berî temaşekirina fîlmekê hez nakim herim ewil li kurte-danasîna wê binêrim. loma bi demeke dirêj di dudilî de min bi xwe re nedîtibû rûnim fîlmê vekim. berevajî hêviya tiştên neyînî ku seba mijarên destdirêjî û kujeriyê bû, piştî temaşekirina fîlmê, ji ber estetîka wê ya sînematîk û jêhatîbûna derhênerê (simone manetti) ku herdu jî ji ber felsefeya jiyana pîppayê ne, ji nişka ve hest û ramanên erênî di nav min de rû dan.

piştî ku te fîlmê temaşe kir, hestek di nav dilê te de bi ser avê dikeve: I'm in Love with Pippa Bacca (ez ji pîppa baccayê hez dikim). eyn wek navê fîlmê. piştî fîlmê pîppa dibe xwişka te, pîppa dibe delala te. ji vê hêlê ve fîlmeke ecêb artîstîk e.



31.03.2024 15:28 ~17:52 | mirovekirind