Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mirovekirind

profîla "mirovekirind"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ji bîr rakirin] de;

1. wateya ji bîr kirinê dide. li amedê bikar tê. li mala me tim û tim tê gotin. Tenê di çîroka rojen barnasî de lê rast hatime. jixwe rojen barnas jî ji amedê ye.

"Mele Cemîl rabû ser xwe; lembeyên mizgeftê vemartin. Ji bîr rakiribû ku cubê xwe derxe, li ber derî lê warqilî, lê di xwe re nedît ku bizivire. Deriyê mizgeftê bi kilîtê rada, kilît kir bêrîka xwe. ..." ji çîroka bi navê ka merivatî maye? di pirtûka hingê de.

dibe ku ferq di nav "ji bîr kirin" û "ji bîr rakirin"ê de hebe. ku ferq hebe, bi texmîna min ew gotin belkî ji bo "jibîrkirin"a bi demeke kin be.



28.03.2024 23:59 ~2024.03.29 00:02 | mirovekirind