1. li gorî dînê cihû xwarinên helal û meşrû û serbest.. cihûyên sefarad jê re dibêjin koşer û cihûyên aşkenaz jî jê re dibêjin kaşer.. heywanên koşer ji aliyê kesên ku ji wan re dibêjin şohet ve û bi teknîkeke taybet ku jê re dibêjin şehîta tên serjêkirin û gurandin.. eger ne ev kes û ne bi vê teknîkê heywanek hatibe serjêkirin hingî goştê wî heywanî trefa yanî mirarî dibe.. wek tê dîtin koşera cihûyan û helala misilmanan gelekî dişibin hev.. li gorî doktrîna cihûyan tiştên koşer hemû di tewratê de ku jê re kitêba muqedes jî dibêjin hatine destnîşankirin |
|
10.01.2015 21:58 |
onitnadna.ii-959d,rojamaniatanosonaip
|