1. Cîhan:
1788 – Massachusetts bû dewleta 6em a DYA'yê.
1806 – Şerê San Domîngoyê: Behriyeya brîtanî li Karîbê zora behriyeya fransî bir.
1819 – Rêveberê brîtanî Stamford Raffles, welatê Singapûrê vedît.
1918 – Pîrekên brîtanî yên ji 30 salî mezintir mafê dengdanê bidest xistin.
1931 – Fîlma bi navê Lembeyên Bajêr a afirînerê filîmên bêdeng, aktorê navdar Charlie Chaplin li DYA'yê hate nîşandan. Chaplin di filîmê de bi tîpa Şarlo ve komedî-trajedî li gel hev hunaye.
1937 – Li Tirkiyê rejîma laîqî hate pejirandin.
1942 – Şerê cîhanî yê duyem: Keyaniya Yekbûyî li dijî dewleta Taylandê îlana şer kir.
1958 – Li balafirgeha Munîhê balafira ku lîstikvanên tîma Manchester United tê de bûn, qeza kir. Di encamê de 8 lîstikvan û 15 rêwiyên din jiyana xwe ji dest dan.
2000 – Rûsyayê êrîşî Grosnî, Çeçenistanê kir. Di encamê de hikûmeta çeçen a aligirê serxwebûnê bû hate mişextkirin.
2003 – Albûma Get Rich or Die Tryin' ya 50 Cent derket.
2004 – Li Moskowê êrîşa metroyê qewimî. Di encamê de 40 kes mirin û 129 kes jî brîndar bûn.
|