Tirşik - Profîl
tirşik-profîla nemeczek

profîla "nemeczek"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [newenda] de;

2. hevalê rojên dijwar, birayê minê nemir e.her dem xwendekar, xwedîye dilekî bêhempa...bi fikr û raman, bi can û dil, bi ked û xebat mil dide tekoşîna gelekî bêbext.her çikas ji bo gelek kes, keda wî -wekî gelek kesên din- wekî keda sîsîsof kedekî vala û bê vate be jî, yek caran biserneketîtî jî pîroz e!



van rojên dawî, wekî alimekî kûr vekişyaye hêlîna xwe ji wî ket deng nayê.ji vir bangê vî dikim û dibejim dünya dönüyor xorto! * û helbesta şaîrê mezin şêrko bêkes diyarî wî dikim.



keştî



wek keştîyeke bin qulbûyi

ez li vî dilê xwe dinêrim

her av diçe nav û ez davejim der

heta tasek ji xemên kevin davejim

yek ji yên nû te şûn

a ev keştîya şepirze

ne bi carekê noq dibe

ne jî di vî bablîsoka şevê de

li rexekî radiweste.



23.05.2014 21:46 | nemeczek