Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mîr

profîla "mîr"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bahaîtî] de;

2. Cara ewil ez li eskeriyê da rastê yekî bahaî ra hatim. Wextê çûbûm eskeriyê jixwe kes nizane kê, kê ye, di ecemîtî de bûm deh roj şûnde me birin cihekî weke salon, li wir ji me ra kaxiz û qelemekî dan gotin ev ê hanê tijî kin. Li ser formê wan da hinek pirs hebûn me bersivand, ji bo tenduristiyê, analîza kesayetî, ji bo baweriya me felan û bewan. Li ser wê rojê heftekî derbas bû nebû ev kesê ku me pêşî nizanibû nemisilman e ji taximê me hildan dane cihekî din. Kurik li kaxizê da boyî dînê xwe weke "bahaî" nivîsandiye piştre jî şandin cihekî dî.

Ez nizanibûm heta wê çaxê Di nava tsk ê da kesên nemisilman in taximên wan weke karantinayê ye, çavdêriya wan dikin.

Welhasilê kurik ji hatayê çavhêşîn û porzer, zaf îdealîst bû, gava me sporê dikir her kes evqasî diwestiya ji qûna xwe nefes hildida ew hê spora xwe dewam dikir, Kubar û xîtabeta wî xweş bû. Lê wekî hûn jî dizanin tu zêreke 24 eyar jî bibî ber çavên Romiyan talukeyeke wekî potansiyel î.



11.05.2020 02:22 | mîr