6. Di sala 2015 bû, ez wê çaxê stenbolê bûm, rojekî çûbûm kitêbfiroşekî min kitêbên kurdî lê dinihêrî, çend kes, xwendekar jî derdora min ser kitêban xeber didan behsa kurdan, ziman filan dikirin, çay vedixwarin. Ez şahid bûm, dengên du heb kurik dihate guhê min yekî wan yê din re digot, "penaberên Sûrî bi rêya behrê, pê botan, keştiyan diçine Ewropayê niyeta min heye ez jî bîna Suriyeyiyan herim Ewropayê li wir ez ê bêjim ez ji Sûrî hatime" Min di dilê xwe de got "ew kurik dîn e çi ye qey aqil avêtiye" Ewçax jiyana Tirkiyê ewqas neketibû tengasiyê, meseleya xendekan, girtin, desteserkirin, ji memûrtiyê avêtin hwd. Hê rû nedabû. |
|
05.05.2018 21:36 ~21:40 |
mîr
|