4. Çîroka dîroka Kurdan
Hêj dinya nebû
Roj nebû şev nebû
Erd û ezman nebû
Hemî unsûrên kaînatê di nêv hevde bûn
Navê wê "Kaos" bû
Ti tiştî nasnameyek nebû
Tevlihevî bû
Lê tovê gerdûnê di nêv wê de bû
Piştî demekê
Di nêva van unsûran de şer derket
Erd ji ezmanî,
Ax ji avê,
Sar ji germê cuda bû
Û xwedayê mezin* Mezeûsî dinya afirand
Masî li behrê gerand
Çûk li ezmanî firand
Heywan li erdê bezand
Lê hêj mirov tinebû.
Xwedayê mezin bang kir
Got:
Mirometheûs ka were!
Got:
Belê ezbenî
Got:
Mirovî çêke!
Got:
Çawa?
Got:
Ji tovê erdê
Ji axê û ji avê
Û wî mirov çêkir.
Mirov mezin bû
Adem çêbû
Hewa çêbû
Zarokên wan çêbûn
Zarokên zarokên wan çêbûn
Mirov zêde bûn
Her yek ji yê dî cuda bû
Xwedayê mezin biryar da
Bang li xwedayên biçûk kir
Got:
Ji her mirovek cuda qewmekê çêkin
Gotin:
Qewm çi ye?
Got:
Komên mirovan
Gotin:
Em ê çawa çêkin?
Got:
Hûn kom bikin ez ê çêkim
Çûn
Ingilometheûsî qewmek çêkir
Navê wî kir Ingilîz
Fransometheûsî Fransî,
Îtalyometheûsî Îtalî çêkirin
Qewmên dinyayê hemî hatibûn çêkirin
Tirkometheûsî Tirk,
Erbometheûsî Ereb,
Farsometheûsî Fars çêkiribûn
Lê hêj Kurd nehatibûn çêkirin.
Kurdometheûs mabû di xewê de
Dereng rabû
Berê xwe da dinyayê
Dît dinya ne dinyaya ji berê ye
Rûnişt û seyrê kir
Her qewm hat ber destê xwedê
Xwedê her yek pîroz kir
Ji her qewmî re
Parçeyek ji laşê xwe vekir
Û ji wan re diyarî kir
Ji hin qewman re mêrxasî,
Ji hinan re camêrî,
Ji hinan re aqil,
Ji hinan re hûner
Ji hinan re fen û fût
Xwedayî got:
Xelatên xwe biparêzin
Ev e we dike qewm
Û ev e çek û sîleha we
Biparêzin da ew jî we biparêze
Ji Kurdometheûsî re lê hat
Çimkî wî hemî xelat dîtin
Hemî sirr û raz dîtin
Û hemî ji xwe re girtin
Û xwe kir pişt çiyayî re
Ji dizî ve dest bi çêkirina qewmê xwe kir
Hemî parçe gihandin hev
Û ji sûretê xwedê qewmek çêkir
Qewmê wî:
Hem mêrxas bû hem zîrek
Hem biaqil bû hem wêrek
Û hem camêr û çeleng
Çi tiştê baş bû li nik bû
Û sê caran bang kir
Kurd! Kurd! Kurd!
Navê qewmê xwe kir Kurd.
Dîwan ferikî
Mezeûsî berê xwe da derî
Kurdometheûs ji pişt çiyayî derket
Ji pişt wî rep rep û dengek hat
Kurdometheûsî bang kir
Got:
Ey xwedayê mezin
Mezeûsî hêdîka berê xwe ba da
Got:
Kerem ke ey...
Çi bizivire...
Nekarî gotina xwe temam bike
Qewmê ji sûretê xwe dît
Tirsê girt
Lingên wî lerizîn
Destûra vê nedabû
Sirrên wî hemî aşkere bûbûn
Û li vî qewmî kom bûbûn
Hêrs bû
Pêt ji çavan çû
Di dilê xwe de sondek xwar
Got:
Soz li min
Heta ruh li ser vê bedenê ye
Ez qewmê Kurd serfiraz nekim
Berê xwe da Kurdometheûsî
Û got:
Kê destûra vê da?
Kî ne ev?
Kurdometheûs li qewmê xwe zivirî
Ji wan pirsî
Got:
Kî ne em?
Kurdan vêkre got:
Em in em Kurd in serhişk û hesin
Mezeûs di cihê xwe de cemidî
Kurdometheûsî got
Ev qewmê min e
Ka xelat bike
Xwedayê mezin got:
Min hemî belav kirin
Tu mayî dereng
Xilas bûn
Kurdometheûs ne xişîm bû
Dizanî tiştek maye
Mezeûsî ew ji xwe re hêlaye
Got:
Ma agir para kê ye?
Agirî bide qewmê min!
Mezeûsî hêza agirî dizanî
Dizanî agir bikeve destê Kurdî
Kurd dê dawiya wî bîne
Got:
Na!
Te ew bêdestûr çêkirin
Kurdometheûs jî hêrs bû
Li derî da û çû
Wî jî sondek xwar
Û got:
Soz li min
Hêj ev ruh ji vê bedenê derneketî
Ez ê bidim qewmê xwe vî xelatî
Şev hat
Dinya tarî bû
Çavî çav nedidît
Ji dizî ve çû nik Kawametheûs
Xwedayê hesinkar
Şûrê xwedê tûj dikir
Agir ji derbên wî diçû
Kurdo tirsa, xwe veşart
Qitîsk ji ber derbên wî difirîn
Ew kom kirin
Û tûrikê xwe ji agirî dagirt
Anî danî ser serê çiyayî
Û got qewmê xwe:
Hûn dibînin ew çi ye?
Ew agir e
Here û bisitire
Ew xelatê te ye
Ji xwedayê te ye
Û kurd çûn
Li dora agirî kom bûn
Govend girê dan
Cara pêşiyê bû
Nîvê şevê
Dinya ronî dibû
Şev bûbû rûz
Navê wê kirin Newrûz
Bû sihar
Tavê li dinê da
Mezeûs hişyar bû
Lê bêhna şewatê li difnê da
Veciniqî
Zanî...
Li dinê nêrî
Dît her der agir û pêt e
Aciz bû aciz bû
Agir ji difnê fûra
Kir biteqe
Got:
Zû Kurdometheûsî bînin vêrê
Leşkerên wî çûn
Ew anîn
Mezeûsî ew girt
Bi kevirek mezin ve zincîr kir
Zikê wî dirand
Mêlak le berçav kir
Û her rojê teyrek berda mêlaka wî
Rojekê teyrê Erebaz,
Rojekê Farsebaz
Û yekê Tirkebaz
Rojê teyrî mêlaka wî dixwar
Şevê mêlakê xwe nû dikir
Ji êşa wî dinya dihêja
Lê kesê arî nedikir
Lê tirsa Mezeûs xilas nebûbû
Agir di destê Kurdî de bû
Ho çû ho hat
Mejî li xwe teqand
Û dawiya dawî dît
Got:
Ha ha ha
Ez dizanim ez ê çi bikim
Bang kir
Got:
Ho birametheûs ka were!
Birameheûs hat
Got:
Kerem ke ezbenî
Got:
Birayekê çêke ji Kurdan re
Got:
Çawa?
Got:
Mirovekê çêke û bixemilîne
Got:
Bila ezbenî
Û derket
Çû mirovek di şeklê jinê de
Navê wê Biradora
Çêkir û xemiland
Zêr û elmas lê aland
Sorav û spîav lê reşand
Bêqusûr û bêkelem bû
Gelek delal û bedew bû
Anî pêşberê xwedê
Xweda jî jê têr nebû
Biradorayê bi wî dengê xweş
Bang li xwedê kir
Got:
Ey xwedayê min
Zû li min ke barê min
Xwedê qûtiyek da wê
Berê wê da dinê
Û got:
Here nêv hozên Kurdan
Vê bike diyariya wan
Biradora ji jor hate xwar
Çû nav çiyayên nizar
Qûtî di destê wê de
Pir nerihet û mereqdar
Rûnişt li cihekê
Xweda hat bîra wê
Lê xwe negirt û qûtî vekir
Jê bir sêhra wê
Dît tiştek ji qûtiyê firî
Hema di cih de girt derî
Lê êdî ew çûbû
Qiyametê jî nedizivirî
Sirrên Kurdan hemî di wê de bûn
Lê "Yekîtî" jê firîbû
Ev ne tesadif bû
Ev biryara xwedê bû
Ew jê nefiriya
Kurd zeîf nedibû
Hat nêv hozên Kurdan
Kurd hemî bûn heyran
Tev êkudu ji bîr kirin
Hemî lê civiyan
Heft eşîr bûn
Biradorayê bang li wan kir:
Sînga min mîna zozan e
Zozanên heft eşîran e
Xortê Kurd lawikê serxweş
Tê bikî keyf û seyran e
Ew qewmê mêrxas
Hem çeleng û xwenas
Ji ser hiş çûn
Ketin dava nenas
Vî got ji min re
Yê dî got ji min re
Ne wî xwar
Û ne ma ji yê dî re
Hemî ketin bedena hev
Bêyî roj û bêyî şev
Xweda ket xewa şîrîn
Kurdo ket şerê hev
Ji wê rojê ve ye
Yekîtî ji nêv Kurdan derket
Ji wê rojê ve ye
Li Kurdan bû qiyamet
Ji wê rojê ve ye
Li ser Kurdan e ev ne"let
-----------
*Di vê nivîsê de li şûna “Mezeûs”î carnan “Xwedayê mezin” carnan “xweda” û carnan “xwedê” hatiye gotin. Bi ti awayî behsa Xwedayê îlahî nehatiye kirin. Hemî xwedayên di vê nivîsê de xwedayên mîtolojîk in.
Çîrok:Tewfîq Bayram
|