1. Nivîskar, Şanoger, wênesaz, helbestvan û lêkolînerekî kurd e.
1961ê de li Hewlêrê hatiye dinyayê. Ferhad Pîrbal di sala 1983an de li Zanîngeha Selahadînê beşa ziman û edebiyata kurdî temam kiriye. Di sala 1986an de derket derveyî welêt, li Îranê bû penaber û bo salekê çû Polenda û Almanyayê û pişt re li Danîmarkê mafê penaberiya siyasî wergirt. Dû re Pîrbal çû Fransayê û di 1987an de li Parîsê li Zanîngeha Sorbonne edebiyata kurdî û îrannasî xwendin.
Di sala 1994an de vegeriya Kurdistanê. Li Hewlêrê dezgeha kulturî Mala Şerefxanê Bedlîsî ava kir.
Mal Ava Ey Welatê Min (şano, 1984)
- Sibeha Te Bi Xêr Ey Xerîbî (şano, 1988)
- Exil (şiîr, 1994)
- Serçavekanî Kurdistan, Kurdiligie (lêkolîn, 1998)
- Wêneyê Kurd ji Arşîva Kurdnasên Ewropî (Lêkolîn, 1999)
- Manîfestoya Duwem î Wêran Spiyên Nav Reş-Reşên Nav Spî (şiîr, 1999)
- Zêrê Nav Zibil (wergera nivîsên rojihilatnasan li ser kurdan, ji fransî werger, 1999)
- Incîl di Dîroka Edebiyata Kurdî de (1857-1957)
Destpêkên Serhildana Pexşana Kurdî (lêkolîn, 1999)
- Cudahî (Tevî 9 Şaîrê Hewlêrî, 1999)
- Petatxurekan (çîrok, 2000)
-santiago de compostela
-hôtel europe
-Çolîstan
|