Tirşik - Profîl
tirşik-profîla havka

profîla "havka"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dabir] de;

1. dabir ( ' ) bi tirkî de jê re apastrof an jî kesme îşaretî dibêjin..li ser dabirê lihevkirineke giştî tune..

1-di kurmancî de di kurtenivîsa peyvan de qertafa tewangê bi riya dabirê tê veqetandin ( s. tan),qertafên diyariyê, ji hêjmar û navên kurtbirî û tîpan bi dabirê tên veqetandin..(b. baran)

di 6'ê Adara...,di sala 1978'an...,DMME'yê...,21'ê meha...

2- li şûna tîpan an kîteya ku ketiye dabir tê bikaranîn an dema ku bêjeyekê de dengek ketibe li şûna wî dengî dabir tê bikaranîn

ç'bikim, n'axive...,

ji bilî wan...li gorî b. baranî navên kesên taybet dema ku qertafên diyariyê bigirin ew qertaf bi dibirê tên veqetandin.

bajên'î jê re..Sîmone'yê..

li gorî s.tanî dabir ji bo nîşandana dengê eyn ê erebî tê bikaranîn ku ev ne raste

'erebî, şi'îr..

hînekan jî ji dabir re bîhnok gotiye û weha rave kirine..



12.04.2014 19:06 | havka