48. agahiyek di derbarê quranê de ez ecêbmayî kirim: di dema şerê bîzans û sasaniyan de muşrîk ji ber ku bîzans xwedankitêb bûn, alîgirê sasaniyê kirine û ji bo xerakirina motîvasyon û morala mumînên nû vê bi kar anîne. îja di quranê de mîzgînî tê dayîn derbarê serkeftina bîzansê li hemberî sasaniyan û xwedê dibêje ku wê di nav du sê salan de bîzans zorê sasaniyan bide û bi ser keve. wele ez şoq bûm. çavkanî sureyê rûm. |
|
22.11.2020 02:20 ~02:28 |
biruya hayao miyazaki
|
22. şîrovekerên selefiyan sedan sal in, desthilatdara îslamê ne û heger em li gorî wan tevbidin divê ji serî heta binî ya vê jiyana xwe biguherînin û li nav vê cîhana modern û pêşketî bibin kerr û lal û kwîr. haya van mirovesilmanan tenê ji navê celal a xwedê heye, kesek ji wan qal cemaliya xwedê nake. ji xwe axên wan ên li wê derê hikumdarin li ber çavan in, zordestî, xwîn, şer, cîhad, paşketî, nezanî, tawan û tawanbarî, guneh û guneh û ceza û ceza û ceza û ceza... û mêr. mêr û mêr. lawik, xort, zilam. mêrxasî. sedî ji sed ne jin. ne keç, ne ciwan û ne jinxas. pêkan e, dayîk û xwah. lê bêguman namûs û namûs. |
|
06.11.2015 22:51 ~22:55 |
biruya hayao miyazaki
|
18. ji ku xwendime nayê bîra min lê pirtûka pîroz a îslamê li gorî kuçikên daîşan, hati̇ye guherandin, ji ber vê yekê ev şeytanan ji xwe wezîfe kirine ku ewê wan quranê biwergirîne halê wê ya heqîqetê. ez dibêjim guherandina quranê yek ji elametên qiyametê ye li gorî selefiyan. xwedê wan biqehrîne... |
|
09.08.2014 21:08 |
biruya hayao miyazaki
|