3. mijara ku şaş hatiye sererastkirin, e. |
|
29.03.2014 21:02 |
mergehez
|
1. pirtûka jan dost ya ku min bîskek berê qedand, e. ji sê gavên şêx seîd yên dawî, jiyana şêx seîd vedibêje. her ku şêx gavekê davêje dikeve nav robara jiyana xwe û di demek kurt de parçeyek dirêj ji jiyana xwe tîne bîra xwe. di ew wextê ku şêx sê gavên xwe yên dawîn diavêje, de hemû jiyana wî tê ber çavên wî û lê dinêre ka jiyanek çawa bihurandiye, ka di jiyana xwe de tu tiştên ku dê kêrî kurdan bê, kiriye, ka neviyên wî dema wî bînin bîra xwe wê rûgeş bin an rûreş bin... û şêx berî bê bidarvekirin bersiva van pirsên xwe dide xwe. di pirtûkê de em bi rehetî dikarin bibînin ku jan dost çiqas tişt ji ber xwe avêtiye, ya rastir; afirandiye. mesela tiştên ku şêx berî bê daliqandin fikirîbûn. |
|
29.03.2014 11:27 |
mergehez
|