478. dibeecim! |
|
24.01.2023 00:52 |
endazer
|
385. Dema peyamekî lê dikim û dişînim. Lê dinêrim ka peyam çawa tê xuya, estetîk e an na û rêzika dawîn li gorî rêzika ser xwe re dirêjtir e an na eger ne bi dilê min be tenê ji bo ji aliyê estetîkê xweştir xuya bike ji nû ve revîze dikim tiştinan lê zêde dikim an jê dikujim. Ji loma ye hema bêje hemû peyamên min wekî vê sererastkirî ne. |
|
08.05.2020 05:43 ~05:44 |
endazer
|
310. Ez van rojan li ser cihnivînan radizêm. ;) |
|
26.04.2017 21:24 |
endazer
|
297. Ez van rojan li ser ewran radizêm. |
|
07.12.2016 22:20 |
endazer
|
226. di heqîba min de tiştek nema, min divê li ser dîroka siyasî ya başûr û rojhilatê kurdistanê û dîroka siyaseta tirk tiştinan bixwînim, tişta di heqîba min de ketî ser hev min belav kir piştÎ vê saetê her tişteka ez bêjim wê xwe dubarekirin be.. wekê goleke genî hest bi xwe dikim.. |
|
11.05.2015 15:40 |
endazer
|
209. gava dî min dît simurg56 li jêr mijara pêkenokê pêkenokek nivîsiye, pêkenoka nivîsî ew qas fiş û eletewş bû, min xwe negirt û reşşika xwe ya ewil di tirşikê de da simurg56, bila qisûrê efû bike.. |
|
25.04.2015 22:24 |
endazer
|
202. wextekî pîla mişka kombersa min xilas bibû, ez çûm min pîla bangesaeta hevale xwe yê malê jê derxist û li mişka xwe da û pîla xwe ya xilas bûyî jî li saeta wî da, min ji bîr kir ez ji hevalê xwe re bêjim.. hevalê min ê malê mamoste ye, sibehê zû radibe diçe mektebeka gund, axirê sibehê ez rabûm de ji xwe re taştê hazir bikim, min dît ku hevalê min jî li malê ye, min go te xêr e, tu çima neçûyî mektebê, go saeta min a bangê xirab bûye, vê sibê lê neda ez jî di xew de mam û min nekarî bigihim servîsa mektebê.. |
|
14.04.2015 22:26 |
endazer
|
147. hevalê min ê malê nizane torrent çi ye, car heye 10-12 fîlman bi hev re davêjim ser torrentê û tabî bivê nevê dikutim qûna leza înternetê de, hevalê min jî ku tîryakê înternetê ye çawa dbîne ku înternet giran bûye tê dibêje yaw hacî ev çi ji vê înternetê hatiye, heta bi ser googleê ve dibim nîvê emrê min diçe ez jî her heman bersivê diidim û jê re dibêjim ''ez jî nzanim belkî ji ber pirsgirêkeke teknîkî be carina li deverinan baximê li xeta înternetê dikin ji ber wê giran dibe'' ji xwe ji bo wî înternet facebook û lîstikên sanal ên online in ji ber wê dilê min pê naşewiye û li ber nakevim.. * |
|
26.12.2014 23:08 |
endazer
|
129. gava dî li ser youtubeê min stranek vekir, lê berî reklama cornettoyê derket û di reklamê de jî yalın straneka bi navê yeniden (ji nû ve) digot.. normalde ceynika serê min ji reklamên li ser vîdeoyên youtubeê û popbêjên tirk diçe, lê çawa min dengê yalın bihîst çar salên min ên lîseyê ketin bîra min de.. di serwîsê de her wextî radyoya powertürk vekirîbû û wextê nû derketî her gav û saet strana zalim ya yalin lê didan.. û dÎsa di serwîsê de cara ewil dema dilê min ji bo eşq û evînê wekê çûkekî serjêkirî diperpitî keşke (xwezîka) ya yalın lêdida.. ji ber wê hê jî kengî ji derinan dengê yalın bi ber guhê min bikeve bivê nevê dem ji bin piyê min dikişe û di bin barana bîranînên xwe yên xortaniyê de şil dibim.. |
|
25.06.2014 02:10 |
endazer
|
107. min dinyayek tişt nivîsand û paşê bêyî ku li derekî qeyd bikim min jê bir.. |
|
23.04.2014 02:11 |
endazer
|
99. ceynika serê min ji siyasetê diçe, heta ji min tê naxwazim tevil û têkil bibim, lê dema dibînim kesên ku ji siyasetê fêhm nakin tên di tirşikê de bi ser navê siyasetê sempartîzaniyê dikin û ji bo berjewendiyên xwe Û partiya xwe aliyên din di bin tohmetê de dihêlin, xwe ranagirim çi tê ber dev û destê min li wan wer dikim.. zû bi zÛ aciz nabim lê dema nanxwer û şûrkêşên rijd yên hêz Û hizbekî dibînim hiş di serê min de mamîne.. |
|
13.04.2014 21:09 |
endazer
|
94. ez ew karakter û qehremanê di vê helbesta xwudênehiştiyê îsmet ozelî de me, ne kêm ne zêde; |
|
12.04.2014 23:35 |
endazer
|
73. di dilê min de çoleke virt û vala heye.. |
|
16.03.2014 22:05 |
endazer
|
70. dilê min ji kurdÎtiyê dixele.. |
|
16.03.2014 02:40 |
endazer
|
53. ev sê heftî ne karê ku ez karim di sê rojan de bikim, ez nikarim xilas bikim.. |
|
06.03.2014 02:00 |
endazer
|
48. kampanyaya ku îro birê ket û baş an xirab çû serî, dilxwede min dabû destpêkirin û mîratê heta çend deqîqe mayîn ji kampanyayê re jî min nekarÎ ez tu amadekariyekî bikim, spontane hema çi hatibe ber dev û dest û dilê min, min li alema twitterê wer kir, hinekan jê girt û hinek jî kes nizanim bi kû ve wenda bûn.. |
|
01.03.2014 22:12 |
endazer
|
38. dikim û nakim tênagihijim bê ka insan bi çi dijî?! |
|
16.01.2014 20:37 |
endazer
|
37. dixwazim xwe hînî zimaneke nÛ bikim.. û dixwazim xwe bielimînin çend bernameyên nû yên endazyariyê.. |
|
14.12.2013 01:55 |
endazer
|
36. dilê min îşev li ser hespekî rewan e, dibeze ax dibeze.. |
|
14.12.2013 01:49 |
endazer
|
16. gelek caran bi qestî û bizanebûn û li ser hemdê xwe telefona hinekan venakim.. û paşê jî dema li wan vedigerim -tabî eger lê vegerim- dibêjim ''qisûrê efû bike ez nûka sÎnyal an lêgerîna te dibînim, an dema tu li min geriyayî ez zêde ne mûsaît bûm..'' ji vî kar û ji vê kirina xwe carinan hezzekî ecêb werdigirm û carûbaran jî eger yê/ya li min geriyayî biçekî feqîrok û bêgueh be û ji bo kar an xizmet an qewîtiyekî li min geriyabe û ji ber venekirin Û bersivnedana min a telefonê ew kar û xizmeta wî/wê bicih nehatibe poşman an biqewlê wîkîferheng û bahdîniyan pêşîman dibim..* |
|
21.07.2013 13:49 |
endazer
|
2. (bnr: li xwe mikur hatin) |
|
01.07.2013 13:18 |
endazer
|